‘Em dixwazin bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin’

  • 09:03 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Endama Komîsyona Teknîk a DEMDER’ê Nebahat Çalpan li Enqereyê piştî çar salan şûnde dersa Kurdî da wiha got: “Ne bi dayikên xwe re divê em bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Dewlet jî pêşî li vê digire."
 
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2000’î de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. 21 sale ev roj wek Roja Zimanê Dayikê tê pîrozkirin.
 
Li Tirkiyeyê zimanên din, di bin xeterê de ne
 
Li gorî Atlasa Zimanên Di bin Xetereyê de ya Cîhanê a UNESCO’yê li Tirkiyeyê 18 ziman tune bûne an jî di bin xetereyê de ne. Tevî vê hîna 39 ziman li Tirkiyeyê hene. Ji van zimanan Ubîk, Mlahso û Kapadokya bi giştî tune bûne, Hertevîn li ber tunebûnê ye, Turoyo, Ladîno û Gagavuzî di bin xetereyê de ye. Romanî, Ermenkî, Hemşînî, Lazî, Yewnaniya Pontus, Abazaca, Surek jî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ne. UNESCO, Adîgece, Abhazca, Kabar-Çerkez û Zaza jî di kategoriya rîskê de dibîne.
 
Li Tirkiyeyê duyemîn zimanê ku herî zêde tê bikaranîn Kurdî ye. Kurdî salane bi asîmîlasyonê re tê rû hev.
 
KHK’ê mohr li ziman xist
 
Bi KHK’a hejmar 677 di 21’ê Mijdara 2016’an de hat derxistin Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) hat girtin.
Piştî Kurdî Der hat girtin, 4 sal şûnde Enqereyê DEMDER ya wê dersa Kurdî bide hat vekirin. Dem Der wê bi şîara ‘dem dema hînbûna Kurdiye’ wê di 21’ê Sibatê de bi onlîne dersan bide.
 
Endama Komîsyona Teknîk a DEMDER Nebahat Çalpan der barê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de nirxandin kir.
 
‘Ji bo hebûna gel ziman gelek girîng e’
 
Nebahatê wiha got: “Ziman ji bo hebûna gelekî faktora herî girîng e. Tunekirina zimanan tunekirina hebûnan e. Li ser zimanê Kurdî zext û êrîş zêde ne. Daxwaza me ya ji bo zimanê dayikê bi hinceta parçekirina welat tê redkirin. Lê daxwaza zimanê dayikê  li gorî qanûna mafê rewa ye.”
 
‘Ziman tunebe gel jî tune’
 
Nebahatê destnîşan kir ku ziman ji bo hebûna Kurdan nasname ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zîhniyeta yekparêz li ser Kurdan bi salane polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşîne. Ziman tunebe gel jî tune. Em êdî ne bi dayikên xwe re dixwazin bi zarokên xwe re Kurdî biaxivin. Lê dewlet pêşiya vê digire. 4 sal şûnde me bi dirûşma ‘Dem dema hînbûna Kurdî ye’ DEMDER ava kir. Kurdî Der bi KHK’ê hatibû girtin.Li her qadê divê Kurd bi zimanê xwe biaxivin. Dewlet dixwaze tirsê biafirîne. Divê em li dijî vê têbikoşin.Em ê bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bijîn. Ez roja ziman bi baweriya jiyana azad pîroz dikim.”