Sekretera Egîtîm-Senê Hatîce Efe: Perwerdeya zimanê dayikê maf e

  • 09:02 21 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe der barê perwerdeya zimanê dayikê ku li dibistanan nayê dayîn de nirxandin kir û got: “Cîhana hest û zîhnî bi zimanê dayikê dikare bê avakirin. Perwerdeya bi zimanê dayikê maf e. Ev maf nikare ji nedîtîve bê.”
 
Ziman ligel mirovan xwedî cihekî girîng e. Di heman demê de çandê jî vediguhestîne. Ji ber vê jî zimanê ku kes ji dayika xwe fêr dibin gelek girîng e. Lê polîtîkayên dewletê li şûna teşwîqkirinê, hewl dide ziman bên jibîrkirin.
 
Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di 2000’î de 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê îlan kir. Li Tirkiyeyê ji bo zarokên kurd mafê perwerdeya bi Kurdî tê astengkirin û pêşî li êrîşên li hember ziman vedike.
 
Sekretera Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê Hatîce Efe der barê astengkirina perwerdeya bi zimanê dayikê û wek dersa hilbijarte dayîna zimanê dayîkê nirxand.
 
‘Pirzimanî pirçandî ye’
 
Hatîceyê bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û da zanîn ku sedema hewcedariya bi rojeke wisa, îdeolojiyên serdest diçin yekparêziyê û zimanên xwe ferz dikin. Hatîceyê got: “Li cîhanê ji 7 hezarî zêde ziman hene. Lê di du hefteyan de zimanek winda dibe. Ev jî tê vê wateyê li welatekî ji yekî zêdetir ziman tên axaftin. Ji ber polîtîkayên netew dewletan piranî ziman tune dibin. Li şûna tunekirina ziman divê bê jiyankirin û teşwîqkirin.”
 
‘Cîhana hest û zîhîn bi ziman ava dibe’
 
Hatîceyê her wiha bi lêv kir ku hemû dewlet ji bo ziman bên jiyîn berpirsyariyê wan hene, NY’ê ji bo vê berpirsyarî dane dewletan û got: “Tirkiye vê peywirê nayne cih. Tirkiye hîna yek ziman û yek netewê ferz dike. Em dibînin ku îdeolojiya komara sedsalî tê berdewamkirin. Em wek Egîtîm Sen diyar dikin ku bila her kes xwe bi zimanê xwe îfade bike. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê nikare ji nedîve bê. Ji ber cîhana hest û zîhîn bi ziman tê avakirin.”
 
‘Divê her kes li gor zimanê xwe bijî’
 
Hatîceyê wiha domand: “Dewlet li ser zimanên din polîtîkayên tunekirinê dimeşîne. Hewl didin bikin yek reng, yek tîp, yek reng. Ev tê wateya li her qada jiyanê tunebûne. Ev nikare bê qebûlkirin. Divê her kes bi zimanê xwe bijî. Li dibistanan zimanê dayikê bi dersa hilbijarte jî nayê dayîn.Dibêjin bi zimanê dayikê didin lê ne wisa ye.”
 
‘Ji 4 kesî yek tê tayînkirin’
 
Hatîceyê daxuyakirin ku her sal bi sedan xwendekar ji beşa wêje û zimanê Kurdî mezûn dibin lê mixabin mamosteyên Kurdî tayîna wan nayên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rêveberên dibistanan dibêjin mamoste tune ji ber vê jî Kurdî wek dersa hilbijarte nayê tercîhkirin. Yanî mamoste tune ne. Ji ber mamoste nayên tayînkirin. Ji ber pandemiyê xwendekaran pirsgirêkên mezin di perwerdehiyê de jiyan. Bi xwendekaran re qûtbûneke cidî hat jiyîn.”