Şêniyên Efrînê êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

  • 17:13 20 Sibat 2021
  • Rojane
ŞEHBA - Şêniyên Efrînê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Avesta Xabûr û Îlan Dara em ê teqez bi serkevin" êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.
 
Şêniyên Efrînê bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê şermezar kir û piştgirî da hemleya Ewropa ku ji bo Efrînê dane destpêkirin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, têkoşerên komkujiya Til Rifet û pankartên bi nivîsa  "Îro li Garê têk çûn sibê jî li Efrînê wê têk biçin", "Berxwredana li Şehbayê misogeriya rizgarkirina Efrînê ye" û "Em berxwedana gelên me yên Ewrûpa silav dikin" hatin hildan. Meş bi beşdarbûna şêniyên Efrînê, Şehbayê, sazî û dezgehên sivîl, Kongreya Star, meclîs û komînên Efrîn û Şehbayê, hate destpêkirin. Meş ji gundê Til Sûsin dest pê kir heta wargeha Serdemê ya Şehbayê dom kir. 
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê, Cîgirê Hevserokê meclîsê Mihemed Abdo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kir û got: "Berxwedana gelê Efrînê li Şehbayê hemû pilanên dagirkeriya tirk û dorpêçiya ku Rejîma Sûrî li ser gelê sivîl ferz kiribû têk bir. Çawa ku li çiyayên Garê pilanên Tirkiyê têk çû wê serkeftina mezin di Efrînê de bi dawikirina dagirkeriya Tirkiyê wê misoger bibe."
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Herêma Efrînê Şêrîn Hesen jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Dema dagirkirina Efrînê Tirkiyê digot wê Efrînê ji 'terorê' rizgar bike, lê ewqas kiryarên ku Tirkiye dide meşandin pilan û zihniyeta dagirkiriyê ya Tirkiyê li ber çavên hemu cîhanê eşkere dibe."
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Efîrnê" bi dawî bû.