Walitiya Êlihê destûr neda HDP afîşên xwe daliqîne
- 16:12 20 Sibat 2021
- Rojane
BATMAN - Walitiya Êlihê, afişên ku HDP’ê xwest di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de daliqîne weke “berevadanî û tehrîk kirinê” dît û destûr neda ku HDP afîşan daliqîne.
Walitiya Êlihê, destur neda ku Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê afîşên “Ji bo herkesî wekhevî, ji bo herkesî edalet” , “Ji bo herkesî azadî, ji bo herkesî edalet” , “Ji bo herkesî kar û nan ji bo herkesêîedalet” , “Ji bo mafe zimanê zikmakî destpêke edalet, Roja Zimanê Zikmakî piroz be” ku di çarçoveya kampanyaya “Destpêkê Edalet” de li bîlbordên cuda yên li bajar daliqîne.
Walitiyê afîş weke “berevadanî û tehrîk kirinê” dît û bi hinceta ku dê afîş bibin sedemê meşên provoke kirinê û tehrîkkirina gel destûr neda ku HDP afîşan daliqîne.