‘Ji ber nasnameya jina kurd hedef hatim girtin’

  • 11:41 20 Sibat 2021
  • Rojane
STENBOL- Aktîvîsta TJA’yê Besra Îşbilen ku cezayê hepsa malê lê hatiye birîn wiha got: “Desthilatdariya niha ji têkoşîna jinan ne rehet e. Ji ber vê jî dixwazin ji her qadê jinan vekişînin. Yanî dixwazin nasnameya jina azad biçewisînin.”
 
Di demên dawî de TJA ku yek ji qada rêxistinbûna azadiya jinê ye di hedefê de ye. Yek ji van jî aktîvîsta TJA’yê Besra Îşbîlen e. Besra di 4’ê Sibatê de li Kadikoy a Stenbolê di daxuyaniya deklerasyona Hêzên Têkoşîna Yekbûyî de hat binçavkirin û rastî hepsa malê hat. Kelepça elektronîk li destê wê xistin û kirin malê. Besrayê diyar kir ku bi derbkirinê hatiye binçavkirin û rastî şîdeta psîkolojîk hatiye.
 
Besrayê got dozgeriyê daxuyanî wek sûc dîtiye û got: “Piştî îfadeya dozgeriyê ji bo girtinê ez hatim sewqkirin û dadgeriyê ez bi awayekî din sûcdar kirim. Wêneyên der barê ku min şîdet li polîs kiriye nîşan dan. Lê di wêneyan de yek tiştekî aydê min tune bû.”
 
‘Ez bêdeng nemam’
 
Besrayê daxuyakirin ku bi hepsa malê dixwazin peyamê bidin jinan û got bi armanca ku jinan ji qadên têkoşîn û siyasetê bidin alî wisa dikin û got: “Ez aktîvîsta TJA’yê me. Ji bo vê li kolanan têdikoşim. Jin tê qetilkirin, zarok tên îstîsmarkirin. Ez nikarim bêdeng bimînim. Desthilatdariya niha naxwaze jin li tu derê hebin. Yanî dixwazin nasnameya jina azad biçewisînin. Naxwazin em bi nasnameya xwe di têkoşînê de cih bigirin.”
 
‘Ji ber nasnameya jina kurd hedef hatim girtin’
 
Besrayê daxuyakirin ku di çapemeniya alîgir de wêneyên wê hatine bikaranîn û hedef hatiye nîşandan û got: “Nasnameya jina Kurd hedef girtin. Çapemeniya alîgir ez hedef girtim. Di demên dawî de çapemeniya alîgir bi awayekî cidî berê xwe daye rêxistinên jinan û tevgera jinên Kurd. Sedema zext û êrîşan jî, deşîfrekirina polîtîkayên qirêj e. Bi hepsa malê jî dixwazin peyamê bidin civakê. Li civakê şîdeta psîkolojîk tê kirin.”
 
Di 8’ê Adarê de wê mala xwe veguherîne qada berxwedanê
 
Besrayê bi lê v kir ku di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li malê ye û ji xebatan dûr e, ji ber vê moralê wê xera dibe û got: “Ez xwe amade dikim ku di 8’ê Adarê de pîrozbahiyê bikim. Ez difikirim ku çi bikim. Ez ê mala veguherînim qada berxwedanê.”