Çalakiya greva birçîbûnê di roja 86'emîn de ye

  • 09:50 20 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 18'emîn di roja 86'emîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 18'emîn di roja 86'emîn de de didome. 
 
Hevseroka DBP'ê ya serdema berê Sebahat Tuncel a di derbarê grevên birçîbûnê de nirxandin kir wiha got:"Ew ê tevî biharê hêviyên me jî geş bibin. Li dijî polîtikayên şer, qirkirina jin, gel, xwezayê, zext û polîtikayên dijwariyê em ê biqêrin û têkoşîna xwe mezin bikin."