Zarokên bi zimanê xwe diaxivin: Em perwerdeya bi kurdî dixwazin

  • 09:47 20 Sibat 2021
  • Rojane
Habibe Eren
 
ENQERE- Roza Karaaslan û Amara Ustundag ên li Enqereyê dijîn tevî hemû zext û polîtikayên asîmîlasyonê bi zimanê xwe bi kurdî diaxivin. Roza û Amara diyar kirin ku divê hemû kes bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin û gotin divê bikaribin lîstika xwe bilîzin. 
 
Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Navneteweyî (UNESCO) bi biryara di 1999'an de girt 21'ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî îlan kir û cara yekem di sala 2000'î de bi armanca piştigiriya ziman û pirrengiya çandê ev roj hat pîrozkirin. Zimanê dayikê her çiqas ji bo têkiliyê û çandê pêwist be jî qedexeyên bi awayekî polîtik pêk tên û qedexe dibe sedema tunekirina zimanan.
 
Yek ji merseleya kurd a herî girîng zextên li ser zimanê dayikê ye. Li Tirkiyeyê li ser înkar û îmhayê polîtîkayên ziman tê meşandin. Daxwaza bi zimanê dayikê perwerde nayê qebûlkirin. 
 
Bi taybet li bajarên metropol ji ber zext û polîtikayên asîmîlasyonê axaftina bi zimanê dayikê her ku diçe kêm dibe. Ev yek jî li ser zarokan travmayekê çêdike. Lê belê tevî van polîtikayên zext û asîmîlasyonê jî kesên ji bo zimanê dayikê têkoşînê didin hene.
 
Roza Karaaslan  (8)  û Amara Ustundag (11) yên li navçeyên cuda yên Enqereyê dijîn ji zarokên bi zimanê xwe diaxivin û didin jiyîn in. Di çarçoveya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de zehmetiyên ku pê rû bi rû dimînin anîn ziman. 
 
'Divê em li her derê bi kurdî biaxivin'
 
Roza bi zimanê Kurmancî, Îngilizî, Rûsî û Tirkî bi tevahî 4 zimanan dizane û li piyanoyê dide. Besteya bi kurdî ya aîdî Rozayê jî heye. Rozaya ku bi xwişka xwe ya Leyla ya 2 salî re bi kurdî diaxive besteyên xwe yên bi kurdî di qenala xwe ya youtubeyê de parve dike. Rozaya li Qosera Mêrdînê dijî û ev nêzî sal û nîvekê ye li Enqereyê dijî da zanîn ku li Qoserê hema heman her zarok bi kurdî diaxivin lê belê li Enqereyê pir kêm zarok diaxivin. Roza da zanîn ku zimanê kurdî pir xweş e û got li mal em bêtir bi kurdî diaxivin û ez dema diçin dibistanê ez bi tirkî û îngilizî diaxivim.  Roza got divê li her derê kurdî bê axaftin. 
 
'Ji kurdî hez bikin û biaxivin'
 
Rozayê bi lêv kir ku hînbûna kurdî ne zor e û wiha domand:"Di warê muzikê de jî zimanê kurdî gelekî xweş e. Divê hemû zarok zimanê xwe biaxivin. Divê her kes bi zimanê xwe biaxivin. Ez li Zarok Tv yê temaşe dikim. Bila her kes kurdî hîn bibe û biaxive."
 
Dibistana lê bi kurdî hîn dibû bi KHK'ê hat girtin
 
Amara Ustundag kurmancî li Gogsiya Erziromê li hinda dayika xwe hîn dibe û diçe Dibistana Kurdî ya Fatma Tokat a ji aliyê Şerdariya Rêya Armûşê ya DBP'ê ya di 2015'an de Wanê hat vekirin. Amara li vir salekê perwerdeyê dibîne lê belê dibistana wê bi KHK'ê tê girtin û dawiyê tê li Enqereyê dest bi dibistanê dike. 
 
'Ji ber kurdî zimanê min e jê hez dikim'
 
Amarayê da zanîn di destpêkê de wê zehmetî didît lê dawiyê hînbûna tirkî ne zor bûye û wiha got:"Li malê tenê em bi kurdî diaxivin. Ji ber kurdî zimanê min e jê hez dikim. Ez bi zimanê kurdî perwerdeyê dixwazim. Heger dibistana min nehata girtin min ê perwerdeyeke hîn baş bigirta. Divê her kes bikaribe bi zimanê xwe lîstikan bilîzin."