Ji bo ziman bijîn divê dest ji polîtîkayên şoven bê berdan

  • 09:04 20 Sibat 2021
  • Rojane
BALIKESÎR - Ji aktîvîstên tevgera Çerkez Sema Nur Ozkan got ji bo zimanên di bin xetereyê de û got divê hem Tirkiye hem jî Rûsya dest ji polîtîkayên şoven berdin.
 
Li Tirkiyeyê 6 mîlyon Çerkez dijîn. Ji aktîvîstên tevgera Çerkez Sema Nur Ozkan, da zanîn ku Tirkiye divê ji bo azadiya zimanan dest ji polîtîkayên şoven û panturkîst berde. Semayê daxuyakirin ku Çerkezî jî yek ji zimanên ku di bin xeterê de ye û got divê ji bo van zimanan bernameyên rehabîlîtasyonê bên pêkanîn.
 
‘Ziman di bin xetereyê de ye’
 
Semayê diyar kir ku zimanê Çerkezî îro di bin xetereyê de ye û got bi kursan hewl didin ziman bidin jiyin û wiha berdewam kir: “Ziman hatiye asta tunebûnê. Sedema vê jî qirkirina împaratoriya Rûs ya di 1864’an de ye. Bi surguna ji Çerkezyayê Çerkez belav bûn û ev bandora herî mezin bû ku li ziman kir.”
 
Semayê her wiha daxuyakirin ku xala duyemîn ya din jî di şerê Rizgariyê û piştî vê de nifûsa Çerkezan a ciwan beşek mezin hatiye windakirin, lê asîmîlasyona esas piştî Şerê Rizgariyê bi Komara Tirkiyeyê re pêk hatiye.
 
Zimanê Çerkezî ji zimanê rojane qût bû
 
Semayê ev tişt anî ziman: “Çerkezên ku ji xwe belav dijiyan di salên 1960’an de bi zora kapîtalîzmê re ji gundan koçberî bajaran bûne. Ji ber nasname, ziman û çand ligel hev nehat jiyîn parçe parçe bûn. Niha zimanê Çerkezî ji jiyana rojane qût bûye. Em di qadên bi sînor de hatine bicihkirin. Mînak wek vekirina qursan. Lê divê bernameyên rehabîlîstasyonê bên pêkanîn. Divê mafên wekhev bên bikaranîn. Em di vê mijarê de wekheviyê dixwazin. Divê beriya her tiştî jî dawî li polîtîkayên asîmîlasyonê bên anîn. Bi kurtasî divê Tirkiye demokratîk bibe. Tunekirina gelekî ji ziman dest pê dike. Nifşê nû ji ber serdestiya zimanê Tirkî xwe baş nikarin bidin venasîn. Ev ji bo hemû gelan derbas dibe. Zimanê Çerkezî tê jibîrkirin.”