‘Em li dijî tecrîdê serî hildidin’

  • 09:03 20 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Jinên Efrînê yên li kampa Lavrîon ya Yewnanîstanê di greva birçîbûnê de ne, bang kirin ku divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got jinan li dijî tecrîdê jî serî hildane.
 
Bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bidawîbûna binpêkirina mafan a li girtîgehan, girtî di 27’ê Mijdarê de ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger. Her wiha li welatên cuda kurd û dostên kurdan jî bi armanca piştgiriyê tevlî greva birçîbûnê bûn.
 
Bi armanca piştevaniya girtiyan li Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya li kampa Mexmurê ye, bi pêşengiya Meclîsa Îştar çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin û di roja 62’emîn de didome. Çalakiya li Kampa Lavrîon ya Yewnanîstanê hat destpêkirin jî di roja 48’an de didome.
 
Salîha Xelîl û Zarîfe Omer Osman yên li kampa Lavrîon tevlî grevê bûn, di 2018’an de ji ber êrîşên li hember Efrînê koç kirine.
 
‘Em ê bi çalakiya xwe encamê bigirin’
 
Zarîfe Omer êrîş û tiştên ku jiyane vegot û wiha pê de çû: “Hevjînê min Abdo Şexo 28 sale li Tirkiyeyê bi awayekî dijhiqûqî girtiye. Hevjînê min tevlî greva birçîbûnê ya 2018’an bûye û demek dirêj di grevê de ma. Yekane daxwaza wan rakirina terîdê bû. Em ê bi çalakiya xwe encamê bigirin. Heta rêberê me di zindanê de be em ê dest ji çalakiya xwe bernedin. Em vê ji wan dixwazin. Bila tecrîdê rabikin. Dewleta Tirk dibêje ew hikûmetek demokrat in. Lê ev derew e. Ger demokratbûna wê ev zilm nekiriba.”
 
‘Rêbertiyê bo jinan serî hilda’
 
Zarîfeyê di berdewamiyê de daxuyakirin ku kurd rastiyê dizanin û ji ber vê jî divê kes kurdan nexapîne û wiha pê de çû: “Mesût Barzanî di vê pêvajoyê de ligel Kurdan cih negirt. Berjewendiyên kurdan nefikirîn. Em dizanin kî bi Mesût Barzanî dilîze lê em dibêjin ku em xwişk û birayên hev in. Heta Rêbertiya me azad nebe azadiya me jî tune ye. Ez ji bo hemû kesên di grevê de ne serkeftinê dixwazim.”
 
‘Ez wek jina kurd serî hildidim’
 
Salîha Xelîl jî hevjînê xwe di êrîşan de winda kiriye û got bi sedan kurdî di komkujiyan de jiyana xwe ji dest daye û got: “Divê li dijî êrîşan em li berxwe bidin. Çalakiya wan baş derbas dibe. Gelê Yewnanîstanê ji çalakiya greva birçîbûnê agahdar e. Em niha ji welatên xwe dûr in. Lê ev ji têkoşîna me re ne asteng e. Em hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Divê tecrîd demildest rabe. Daxwaz bên cih.”