Li Dîlokê Dayika Aştiyê nehat tehliyekirin

  • 08:47 20 Sibat 2021
  • Rojane
DÎLOK - Di doza 90 siyasetmedarên ku jê 17 bi girtî dihatin darizandin de 6 kes hatin tehliyekirin lê belê Dayika Aştiyê Durî Kaygusuz nehat tehliyekirin. 
 
Li Dîlokê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê","propagandaya rêxistinê" di serî de endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, DBP, Komeleya 78'an di 14'ê Mijdara 2019'an û di 14'ê Tîrmeha 2020'î de di encama biserdegirtina malan de hatibûn binçavkirin. Jê 17 girtî bi tevahî 90 siyasetmedar 4'emîn rûniştina wan li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa H'yê ya Dîlokê û Dayika Aştiyê Dûrî Kaygusuz û Azime Balli yên li Girtîgeha Tîpa M ya Êlihê bi SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bûn. Parêzaran li eywanê rûniştin şopandin. 
 
Dayika Aştiyê û girtiya nexweş Dûrî Kaygusuz a ev saleke di girtîgehê de ye parastina xwe bi kurdî kir. Dûriyê ya ku nexweşiyên şekir, dil pê re heye û hipertansiyon pê re heye sûcên li hatin kirin qebûl nekir û anî ziman ku ji ber ew di girtîgehê de ye nexweşiyên wê zêdetir bûne. 
 
Biryara dewamiya girtina Dayika Aştiyê hat dayin
 
Piştî navbera hat dayin heyeta dadgehê biryara berdana, Remziye Erdem, Bahri Yariş, Îsa Aslan, Mehmet Aşkar, Hasan Saran û Tahir Altug da.  Dayika Aştiyê Duri Kaygusuz, Guler Erat, Azime Balli, Mehmet Ozkan, Îsmail Berkpinar, Muslüm Kiliç, Abdullah Înce, Cumali Taşçi, Selman Tutumlu û Musa Aydın  nehatin berdan.
 
Rûniştin taloqî 16'ê Nîsanê hat kirin.