Xebatên Yekîtiya Neteweyî di roja sêyem de dewam dike

  • 15:57 19 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Xebatên Yekîtiya Neteweyî yên di 16’yê mehê de hatine destpêkirin di roja xwe ya çarem de, bi serdana gundên navçeya Artukliyê re didome. 
 
Xebatên Yekîtiya Neteweyî ya bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” ên di navbera 16 û 25 Sibatê de hatine destpêkirin di roja xwe ya çarem de bi serdana navçeya Artukliyê re berdewam dike. Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlementera HDP’ê Pero Dundar, hevserok û hevşaredarên HDP'ê yên bajêr beşdarî serdanên navçeyê bûn.
 
Şande li gundên Îstasyon, Goliyê, Selaxê, Tilşeîr û Şevreşkê, Embarê yên girêdayî navçeya Artukliyê serdanên xwe kirin.