Ji nivîskarên di zindanan de qert hatin şandin

  • 15:22 19 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Birca Belek a Çand û Ziman bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji nivîskarên di zindanan de qert şandin. 
 
Bi munasebeta 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê MED-DER, Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Birca Belek a Çand û Ziman daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan. Piştî daxuyaniyê endam û rêveberên Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, MED-DER, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, Komeleya Birca Belek a Çand û Ziman çûn postaxaneya Ofisa Yenişehirê ya Amedê û ji nivîskarên di zindanan de qert şandin.