‘Em bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşin’

  • 14:47 19 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED  - Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li Komeleya Wêjekarên Kurd daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de nivîskaran bal kişandin ser zextên li ser zimanê kurdî û banga xwedîderketina li zimanê kurdî hate kirin.
 
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, MED-DER û Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li avahiya Komeleya Wêjekarên Kurd a Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Partîya Herêmên Demokratîk (DBP), Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek nivîskar, helbestvan beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zaravayên kurdî yên kurmancî û dimilkî hate xwendin. Dimililkiya daxuyaniyê Nivîskar û Rojnameger Roza Metîna, Kurmanciya daxuyaniyê jî Nivîskar Bahaddin Robar xwend.
 
‘Em bi salan e ji bo zimanê xwe têdikoşin’
 
Rozayê di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku 21’ê Sibatê ji hêla gelek welat û saziyan ve tê pîrozkirin û wiha axivî: “Di bingeha xwe de ev roj roja têkoşîna li dijî zext û qedexeyên li pêşiya zimanên herêmî û kêmneteweyan e. Jixwe 21'ê Sibatê weke bizava zimanên dayikê hatibû îlankirin. Lewre bi salan e em têkoşîna naskirina zimanê xwe didin û vê rojê jî rojek ji rojên têkoşînê digirin dest û wisa nêzîk dibin. Di serî de zimanê kurdî bi hezaran zimanên xwecîhî û kêmneteweyan îro di bin xetereya tunebûnê de ne. Ji 7000 zimanan zêdetir zimanên cuda û cihê li ser rûyê cîhanê tên axaftin. Ev ziman hemû kod û şifreyên cîhanê ne. Her wiha rengîniya jiyan, çand û civakê ne. Her zimanek guleke gulîstanê û dermanê parastina mîrateya jiyana mirovahiyê ya dused hezar salan e.”
 
‘Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye’
 
Rozayê destnîşan kir ku piraniya dewletên serdest û bi taybetî dewletên Rojhilata Navîn van zimanan ji xwe re weke gef û asteng dibînin. Rozayê, got: “Divê bê zanîn ku ziman hebûneke civakî û dîrokî ye. Ev herdu rewş bi awayekî rasterast girêdayî hev in. Lewre ziman têkiliya mirovan a bi hev re çêdike lê belê zimanê dayikê ligel têkiliyê pêşxistina ramanê jî çêdike. Ji ber vê sedemê em dibêjin; Her zimanek têlek tembûrê û notayeke muzîkê ye. Her zimanek çîrokek, dîrokek, helbestek û rengekî jiyanê ye ku divê herkes jê sûdê werbigirin. Windakirin û tunekirina zimanan kêrî karê tu netew û dewletan nayê. Gelo çi zirara zimanê kurdî, asûrî, sumerî, avestayî hwd. li mirovahiyê hatiye? Berevajiyê zirarê van zimanan şaristanî ava kirin û çand û kelepor afirandin. Ziman ew tişt e ku mirov jê re xizmetê bike, ne neyartiyê.”
 
‘Zimanê bi milyonan weke zimanek nayê zanîn bi nav dikin’
 
Rozayê bi lêv kir ku pêşiya Tv, rojname û mecrayên kurdî tên girtin û wiha pê de çû: “Lê mixabin li Tirkiyeyê zimanê kurdî ku zimanê zikmakî yê bi milyonan hemwelatiyên me ye di vê sedsalê de hê jî rayedar û hikûmet ji xwe re weke gef û xetere dibînin. Feraseta ‘ji bilî tirkî zimanên din hemû ji bo pêşeroja me xeter e û gef in’ hê jî berdewam dike. Hê tehemûla tabeleyeke ser derê şaredariyan nakin. Zimanê bi milyonan hemwelatiyên xwe ku vaye hezar sal in em pevre dijîn weke zimanek nayê zanîn bi nav dikin. Tirkiye perwerdeya bi zimanê dayikê ya ji aliyê saziyên navneteweyî ve weke mafekî mirovî û gerdûnî hatiye qebûlkirin ji nedîtî ve tê. Dema zimanê gelekî bê tunekirin ew gel ji nasname, rûmet û hebûna xwe jî tê dûrxistin. Li gor gelek zagonên navneteweyî axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa ye û divê ev maf bê dayin. Lê dema em îro li Tirkiyeyê dinêrin kurd ji perwerdeya bi zimanê xwe bêpar tên hiştin. Di heman demê de êriş li dijî mafê herî rewa ya têkoşîna ji bo azadî û serbestiya zimanê kurdî tê kirin. Bi vê yekê zagonên navneteweyî jî tên binpêkirin.”
 
‘Ne tenê di nava malên xwe de li her derê divê zimanê kurdî bê axaftin’
 
Rozayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di encama feraseta yekperest û polîtikayên li dijî çand û nasnameyên cuda de gelek sazî û dezgehên ji ziman, çand û hunera gelê kurd re xizmet dikirin hatin girtin. Kreş û dibistanên azad ên bi zimanê kurdî perwerde didan deriyên wan hatin mohrkirin. Qadên axaftina bi zimanê kurdî her ku diçe teng dibe û ziman ber bi xetereyê ve diçe. Êrişa li ser zimanê zikmakî ango zimanê dayikê di heman demê de êrişa li dijî wekheviyê ye, êrişa li dijî gerdûna mirovahiyê ye. Lê ya girîng ew e ku li dijî êrişên li ser ziman, nasname, çand û hunera gelê kurd eniyeke hevpar û yekîtiya neteweyî bê avakirin. Divê dayik û bavên kurd berê zarokên xwe bidin qursên ziman û çalakiyên çandî yên bi zimanê kurdî. Ne tenê di nava malên xwe de li cihên kar, derve li her kuçe û kolanê divê zimanê kurdî bê axaftin û piştigiriya kampanyayên ji bo zimanê kurdî bê kirin. Encax bi vî rengî em bikaribin dawî li êrişan bînin û zimanê kurdî azad bikin.”