Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye

  • 09:08 19 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 17'emîn di roja 85'emîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 17'emîn di roja 85'emîn de de didome. 
 
Jinên Colemêrgê, bal kişandin ser girîngiya çalakiyê û gotin, "Em jinên ciwan dixwazin ji bo hevalên xwe yên girtî çi tişta ji destên me bê bikin.  Em naxwazin ji zindanan agahiyek xirab bigirin û em dixwazin tecrîd bi dawî bibe û azadiyê dixwazin.