Dayika Elvanê: Divê rapora otopsiyê demildest bê derxistin

  • 09:05 19 Sibat 2021
  • Rojane
 
 
ÊLIH - Hatibû îdiakirin ku Elvan Demîr li Stenbolê bi mêrê ku pê re zewicandî Enver Demîr re întîxar kiriye. Dayika Elvanê, Leyla Akman, diyar kir ku ew bawer nake ku keça wê întîxar kiriye û got sedema mirina wê hîna nehatiye aşkera kirin û daxwaz kir ku rapora otopsiyê demildest bê derxistin.
 
Elvan Demîr û hevjînê wê Enver Demîr ku li Zeytînburnu ya Stenbolê dijiya di 10’ê Sibatê de li mala xwe mirî hatibûn dîtin. Hatibû îdiakirin ku Elvan û Enver ji ber pirsgirêkên aborî dawî li jiyana xwe anîne lê gelek pirsnîşan li bendê bersîvê ne. 
 
Dayika Elvanê, Leyla Akman derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku ew bawer nake ku keça wê întîxar kiriye û got: “Enver berê jî ji ber deynan hewl da întîxar bike. Lê Elvanê nehiştibû. Hîna jî sedema mirina keça min nehatiye aşkerakirin.”
 
‘Di çapemeniyê de cuda hatiye nîşandan’
 
Leylayê daxuyakirin ku Enver bi bahîsê dilîze û hemû deynên wî ji ber vê ye û got: “Ji ber vê jî zêrên wê hatin desteserkirin. Kredî kişand. Elvanê ji ber vê her tim pere bi deyn dixwest. 4 meh bûn kirêya xwe nedabûn. Me nizanibû. Ji me re tiştek negotin. Li aliyê din jî di çapemeniyê de cuda hat nîşandan. Gotibûn Elvanê bebeka xwe biriye mala gorima xwe. Lê ev derewin. Gorima wê got Enver bebek daniye wir. Enver ji xwişka xwe re dibêje ‘Elvan nexweşe ez dibim nexweşxanê heta bêm bila ligel te be’. Her wiha dema tên hundir bedena Elvanê cemidî bûye lê ya Enver germ bûye.”
 
‘Enver berê jî hewl dabû întîxar bike’
 
Leylayê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mirina Enver hatiye aşkerakirin lê ya Elvanê nehatiye aşkerakirin û got: “Piştî rapora otopsiyê derkeve wê her tişt diyar be. Di bedena Elvanê de şopa derban tune. Bi derman jî întîxar nekiriye, ne mumkune. Ez bi vê bawer nakim. Kesên çûne mal jî derman filan nedîne. Çima sedema mirina keça min aşkera nakin? Berê jî Enver hewl dabû întîxar bike. Lê keça min pêşî lê girtibû.”
 
‘Ez ê xwedî li emaneta keça xwe derkevim’
 
Leylayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Enver di şîrketa gazaxwezayî de dixebitî. Keça min beşa muhasebê qedandibû. Enver bi mûçeyê asgarî dixebitî. Lê têrî kirê, fature û deynê krediyê nedikir. Diber ji ber pirsgirêkên aborî be. Lê hîna jî ez nizam keça min çima miriye. Em sibehê bi hev re axivî bûn. Moralê wê baş bû. Bûyer jî êvarê çêbibû. Bebeka Elvanê niha ligel wane. Lê bi şev digirî û li dayika xwe digere. Ez naxwazim bebek ligel wan bimîne. Ez ê xwedî li emaneta keça xwe derbikevim. Dixwazim bînim gel xwe.”