Dayikên girtiyan: Dem dema berxwedanê ye

  • 09:04 19 Sibat 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak - Safiye Alagaş
 
AMED - Dayikên girtiyan ji bo zarokên xwe di nava fikaran de ne û banga hestiyariyê dikin. Meryem Soylu, diyar kir ku CPT bi helwesta xwe bû şirîkê îşkenceya li Îmraliyê û Sebrîza Yilmaz jî da zanîn ku divê her kes ji bo girtiyan têbikoşin. 
 
Girtiyên PKK'yî û PAJK’î, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan di 27’ê Mijdarê de çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger dan destpêkirin. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 17'emîn di roja 85'emîn de didome. Her wiha li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 64 û li Wargeha Penaberan a Lavrîon ya Yewnanîstanê jî grev 46 roj in didome. Zarokên Meryem Soylu û Amîne Kaya girtî ne û her du dayik ji raya giştî re bangewaziya hişyariyê dikin. 
 
‘Ez 9 sal û nîv di girtîgehê de di bin zilmê de mam’
 
Mehmet Soylu li Girtîgeha Tîpa T ya Afyonê û Amîne Kaya jî li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ne. Dayika herdu girtiyan Meryem Soylu, di destpêka axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa zarokên xwe: "Di sala 2011’an de ez û kurê xwe bi hev re hatin girtin. Piştî sal û nîv kurê min hat berdan. 2 sal ma bû ku cezayê min biqede kurê min carek din hat girtin. Kurê min 5 sal in girtiye. Keça min Amîne Kaya jî 2 meh beriya niha li Stenbolê hat girtin. Ez bi xwe 9 sal û niv di girtîgehê de mam. Şert û mercên girtîgehê bi gotinan nayê ziman û kesên ku li girtîgehan dimînin û dijîn bêtir rewşê dizanin."
 
'Li hemberî hebûna me êriş dikin' 
 
Meryem wiha behsa sedema greva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hatî destpêkirin kir: "Divê hemû girtî heman mafan sûdê bigirin. Pêwiste rêberê me jî ji mafan sûde bigire. Heta ku rêberê me azad nebe, ne mimkûn e ku aştî û azadî bê vî welatê. Girtî jî ji ber vê sedemê dest bi berxwedanê kirin. Zarokên me dizî nekirine, malên kesî talan nekirine û tu kesî nekuştine. Tenê ji bo mafên xwe û ji bo jiyaneke bi rûmet têkoşîn dane. Wekî hemû gelan mafê me ya jiyanê jî heye. Lê li hemberî me koletî, bindestî û tunebûnê ferz dikin. Dema ku me got 'Em hene' vê demê êrişê li me kirin." 
 
‘CPT dibe şirîka îşkenceya li Îmraliyê' 
 
Meryem diyar kir ku nêzîkatiya CPT tecrîdê zêdetir dike û got: “Ez banga li parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê û Ewropayê dikim ku çima li hemberî vê zilmê bêdeng in. CPT çend roj berê hat li vir û neçû Îmraliyê. Lê belê tecrîda serekê li Îmrraliyê ye. Çima CPT rola xwe nalîze. Erka wê pêşîlêgirtina îşkenceyeyê lê bi xwe dibe şirîka wê îşkenceyê. Gelê Kurd êdî nayê xapandin. Êdî ne bindestiyê ne jî vî zilmê qebûl dike. Qebûl bikin an nekin lê mîmarê aştiyê Abdullah Ocalan e.”
 
‘Dem dema berxwedanê ye' 
 
Meryem, da zanîn ku desthilatdar li hemberî grevê bêdeng in û wiha pêdê çû: “Em wek dayik, malbatên girtiyan bang dikin ku bila cenaze ji girtîgehan denekevin. Çima dengê vê gelê nabihîzin. Ew zîhniyeta wê dewletê dê heta kengê xwe li ser piyan be. Êdî bes e. Qey divê îlla em mirina zarokên xwe temaşe bikin. Welle tu malbat jî ew tiştê nikare rake. Tu dayik mirinê naxwazin. Ne tenê ji bo kurdan ji bo mirovatiyê em aştiyê dixwazin. Lê belê çend dayik di aştiyê de bi israr in ew qas bi êriş û zextan re rûbirû dimînin. Çi qas ev zilm li hemberî me pêk bê jî em ê li ber xwe bidin. Ez bang dikim dem dema berxwedanê ye. Azadî û berxwedan di destê me de ye."
 
'15 salî bû hat girtin, 60 sal ceza lê hat birîn'
 
Ramazan Yilmaz di sala 2014'an de hêj 15 salî bû hat girtin, 4 salan li girtîgeha zarokan ma û piştre wî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Dayika wî Sebrîza Yilmaz wiha bal kişand ser rewşa kurê xwe: "60 sal ceza dan kurê min û kurê min 7 sal in girtiye. Ji ber cezayên dîsîplînê em nikarin biçin hevdîtinê. Em tenê bi rêya telefonê Ramazan re diaxifin. Hemû girtî di bin tecrîd û îşkenceyê de ne. Îşkenceya lêgerîna tazî li zarokên me ferz dikin. Çima ewqas zext û zordarî li ser Gelê Kurd heye? Gelê kurd tenê doza mafê xwe dikin." 
 
‘Bila hemû kes ji bo girtiyan têbikoşin' 
 
Sebrîze di dawiya axaftina xwe de wiha bang li raya giştî kir: "Demên borî jî kurê min tevlî greva birçîbûnê bibû. Ji ber grevê nexweşiyên cuda pê re çêbûn. Çavên me her li ber girtîgeh û nexweşxaneyê bû. Em jî li qadan bûn û me jî dixwest bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin girtiyan. Niha jî heman tiştê dikin. Em giş dayikên girtî ne dixwazin daxwaza girtiyan pêk. Ev daxwaz ji bo hemû Gelê Kurd e. Zarokên me 24 saetan di hişê me de ne. Em ji rewşa wan bi fikar in. Girtiyan dixin hicreyan, zilm û tahde li wan dikin. Bang dikim ku bila hemû kes dakevin qadan û ji bo zarokên xwe têbikoşin.”