Xebatên yekîtiya neteweyî di roja sêyem de dewam dike

  • 16:16 18 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Xebatên Yekîtiya Neteweyî yên di 16’yê mehê de hatine destpêkirin di roja xwe ya sêyem de, bi serdana navçeyên Kerboran û Mîdyadê re didome. 
 
Xebatên yekîtiya neteweyî ya bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” ên di navbera 16 û 25'ê Sibatê de hatine destpêkirin di roja xwe ya sêyem de bi serdana navçeyên Kerboran û Mîdyadê re berdewam dike. Şandeya ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê, hevserokên DBP’ê Keskîn Bayindir, Salîha Aydenîz û Parlamenterên HDP’ê Pero Dundar û Nuran Îmîr beşdarî serdanên navçeyan bûn.
 
 Li Mîdyadê polîsên ku xwestin şandeyê rawestînin xwestin nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê  asteng bike. 
 
Tevî astengiyan şandeyê serdana xwe kirin. Şandeyê gund bi gund, tax bi tax serdana welatiyan kirin û rastî eleqeyek mezin tên.