Ji sê xwendekarên zanîngehê agahîn nayê wergirtin
- 15:25 18 Sibat 2021
- Rojane
ENQERE - Li Enqereyê agahî ji 3 xwendekarên zanîngehê Ûgûrcan Baynal, Alî Berke Aydogan û S.B. nayê wergirtin.
Li Enqereyê polîsan nasnameyên xwendekarên zanîngehê Ûgûrcan Baynal, Alî Berke Aydogan û S.B. di Pergala Kontrolkirina Agahiyên Giştî (GBT) derbas kirine û pişt re wan li wesayîtên sivîl siwar kirine û ji wê kêliyê ve agahî ji wan nayê wergirtin.
Xwendekarek peyam şandiye û gotiye ew nizanin wan dibin kîjan deverê. Xwendekarên hevalên hersê xwendekaran li ser medya civakî hashtagiya #ÜniversitelilerNerede (XwendekarêZanîngehêLiKuNe) dan destpêkirin. Kolektîfên Xwendekaran jî daxuyanî da û got: “Em ji hevalên xwe agahî wernagirin. Tiştek were serê hevalên me berpirsiyar AKP ye.”