13 jinên hatin binçavkirin hatin berdan

  • 11:13 18 Sibat 2021
  • Rojane
 
AYDIN - 13 jinên HDP'yî yên li Aydinê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Di 14'ê Sibatê de li Aydinê 13 jinên endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin binçavkirin. 6 jinên li emniyetê îfadeyên wan hatibûn girtin hatin berdan û 7 jin jî do di saetên şev de derxistin edliyeyê. Jinên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a dozger bi biryara serbestberdana bi şerdê kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Li dadgehê biryara derketina derveyî welêt derbarê jinan de hat dayin û hatin berdan. 
 
Kesên serbest hatin berdan navên wan wiha ne: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ayfer Demirer, Hevseroka HDP'ê ya Aydinê Aysel Bahtiyar Unsel, Hevseroka HDP'ê ya Didimê  Mehtap Bozkurt, Hevseroka HDP'ê ya Sokeyê Sadegul Akalin, Rêvebira HDP'ê Neslihan Arviş, Saadet Açik, Azize Ergun, Nazli Boza û Soylemez Akalin.