Li Mexmûrê koma 32’yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

  • 11:02 18 Sibat 2021
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin, ji aliyê koma 32’yemîn ve hat dewrgirtin.
 
Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê ji aliyê koma 32’yemîn ve hat dewrgirtin. 
 
Li ser navê çalakvanan Ezîz Batman axivî û got: “Ev demeke dirêje bi pêşengtiya dîlên azadiyê ve ev çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Em jî weke gelê wargeha Mexmûrê xelekekî ji vê berxwedanê ne. Ji bo em bikaribin dengê xwe bigîhînin dengê girtiyên azadiyê me jî li vê derê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. 
 
Dijmin her tim dixweze komploya 15’ê Sibatê dixwezin di me de zindî bigirin. Weke tê zanîn dijmin oparasyonek li ser Garê kirin bi vê xeyalê nêz bûn ew ê bi teknîkê di destê xwe de bi serkevin, lê nizanîn wê neviyên Şêx Seîd û Şagirtên Rêber Apo wê bi berxwedaniya xwe ve vê oparasyonê vala derxin.”
 
Koma çalavanan ya 31’emîn strana ‘Herne Pêş’ diyarî girtiyên azadiyê kirin. Merasîm bi dirûşmeya “ Bijî Serok Apo” û “ Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.