2 cerdevanên destdirêjî kirin serbest in!
- 10:47 18 Sibat 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku du 2 cerdevanên li Stewrê dest dirêjî jinekê kirin piştî îfadeya wan çekên wan ji wan hatin girtin û hatin berdan.
Di rojên borî de li kuçeyeke Stewra Mêrdînê 2 cerdevanên bi navê H.B. û R.Ç. bi hinceta dest dirêjî jinekê kirine hatin binçavkirin. Li ser gilîkirina jina destdirêjî lê hat kirin cerdevan piştî îfadeya wan a li jendermeyê serbest hatin berdan.
Cerdevanên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin çekên wan ji wan hatin girtin.