Dayika Girtiya nexweş Fatma Şen: Keça min terkî mirinê hatiye kirin

  • 09:05 18 Sibat 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
SÊRT - Girtiya nexweş Durî Kaygusuz ya li Girtîgeha Tîpa M’ya Êlihê tê girtin her ku diçe rewşa tendirustiya wê xirabtir dibe. Dayika Duriyê Fatim Şen, anî ziman ku rewşa keça wê her ku diçe giran dibe û got: “Ez bang li hikumeta ku tedawiya keça min nake dikim û dibêjim keça min berdin em dikarin tedawiya wê bikin."
 
Li girtîgehên Tirkiyê û heremê piştî pêvajoya pandemiyê herî zêde rewşa girtiyên nexweş ket xeterê. Gelek girtiyên nexweş li gel rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ku dibêje “nikarin di girtîgehê de bimînin” jî nayên tahliyekirin. Her wiha li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) di girtîgehan de bi giştî hezar 605 girtiyên nexweş hene. Ji van nexweşan ji 50 zêdetirên wan jî jin in.  Ji van girtiyên nexweş yek jê jî  jî jina 62 salî Durî Kaygusuz e. 
 
Berî bi salek û du mehan hevserok û rêvebirên HDP û DBP’ê jî di nav de 61 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên ku hatin binçavkirin li gel Duriyê 25 kes hatin girtin û şandin girtîgehê. Durî ya ku li Girtîgeha Tîpa E’ya Sêrtê dihat girtin, beriya sê meh sirgûnî Girtîgeha  Tîpa M’ya Êlihê hat kirin. Durî ya ku Ji ber tevli greva birçîbûnê ya 2018'an de bi pêşegniya Hevseroka KCD'ê û ji ber xebatên xwe yên di nav KCD û HDP'ê de tê darizandin daneşîna doza wê dê di 19'ê mehê sibe li Dîlokê bê dîtin. 
 
Gelek nexweşiyên wê hene
 
Durî ya ku ji  "endamtiya rêxistinê" tê darizandin, nexweşiya dil, çavan, şekir pê re heye û hîpertansiyona wê jî heye. Her wiha ev demeke di pêsêra Duriyê ya çepê de jî girêkek peyda bûye, ji ber vê nikare destê xwe yê çepê zêde bi kar bîne û gûmana ku dibe bi penceşêra pêserê be jî heye. Durî ya ku divê biçe nexweşxaneyê ji ber ku her cara diçe ji ber rewşa pandemiyê mecbûre 14 rojan di karantînayê de bimîne û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne naçe nexweşxaneyê. 
 
Malbat bifikare
 
Dayika Durî, Fatim Şen anî ziman ku nexweşiya keça wê giran dibe û got: “Rewşa keça min li girtîgehê di xeterê de ye. Ji ber ku nexweşe nikare li xwe binêre. Keça min bê sûc hatiye girtin.  Keça min ji Dîlokê ji bo doza kurê xwe hatibû Sêrtê. Piştre wê şevê bi ser malê de hat girtin Durî birin. Bila keça min berdin. Ew nikare di girtîgehê de bibîne. Çavên wê jî baş nabînin.  Keça min li gel rapora bijîşkan a ‘nikare di girtîgehê de bibîne’ jî nayê berdan. Bila demildest keça min berdin.”
 
'Keça min terkî mirinê hatiye kirin'
 
Fatim, destnîşan kir ku hîn ceza li keça wê nehatiye birîn û wiha domand: "Keça min tê darizandin û hîna nehatiye cezakirin.  Daneşîna 3'emîn a doza keça min dê sibe di19’ê Sibatê de bê dîtin. Hêviya me ew e ku vê daneşînê bê berdan. Bila keça min berdin em dikarin tedawiya wê bikin. Lawê keça min neviyê min jî di girtîgehê de ye û nîvê nigê wî û milê wî hatiye jêkirin. Ew jî nexweş û rewşa wî giran e. 40 sal ceza lê hatiye birîn û keça min ji bo wî jî diqihere. Em ji xeynî berdana keça xwe tu tiştî naxwazin. Ji ber nexweşiya keça xwe em bifikarin. Bila keça min berdin. Ji bo ku em tedawiya wê bikin. Keça min terkî mirinê hatiye kirin.”