‘Em dest bidin hev em ê tecrîdê bişkînin’

  • 09:03 18 Sibat 2021
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Jinên ciwan ên Colemêrgê der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan a ji bo  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibin hat destpêkirin, nirxandin kirin û diyar kirin ku divê tecrîd bê rakirin û êdî azadî bê.
 
Girtiyên PKK û PAJK’ê bi armanca rakirina tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan, di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.Çalakî di roja 78’emîn de didome. Jinên Colemêrgê der barê mijarê de nirxandin kirin.
 
‘Bila tecrîd bi dawî bibe’
 
Hîlal Seven diyar kir ku ew dixwaze pêkanînên tecrîdê bi dawî bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber tecrîda li Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin niha gelek hevalên me li girtîgehan di grevê de ne. Divê ev tecrîd bi dawî bibe û em naxwazin agahiya şehadeta hevalên xwe bigirin. Ji ber pandemiyê rewşa hevalên me ji xwe nebaş e. Ji ber vê em dixwazin tecrîd bê şikandin. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan li ser hemû gelê Kurd e. Em dest bidin hev em ê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Em naxwazin agahiya şehadetan bê’
 
Gulçîn Kaval jî destnîşan kir ku ew dixwazin tecrîda li girtîgehan bişkînin û ev tişt anî ziman: “Em naxwazin kes li girtîgehan bimire. Em gelê Kurd dixwazin dest bidin hev û li dijî vê derkevin. Ji ber pandemiyê hevalên me pirsgirêka tenduristiyê dijîn. Tevî vê dikevin grevê. Em jinên ciwan çi ji destên me bê em ê bikin. Em naxwazin agahiya şehadetên hevalên xwe bigirin. Em dixwazin ev tecrîd bê şikandin û hevalên me azad bibin.”