ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 18 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Wênesaz Nadiye Mistefa hezkirin û girêdana xwe ya ji  hunerê wiha rave kir:"Her ku diçe zêdetir fêrî hunera çêkirina wêneyan dibim, da ku ez tiştên balkêş çêbikim û berhemên xwe ji civakê re pêşkêş bikim. Divê mirov ji bo pêkanînan xeyalên xwe têkoşîn bike."DÎMEN HEYE
 
*Nivîskara pirtûka ‘Li Tirkiyeyê Kurtaj:AKP û Biyopolîtîka’ Sedef Erkmen, diyar kir ku AKP ji sala 2012’an heta niha mafê jiyana fetusê tîne rojevê û got: “Malzarok bi giştî ketiye destên desthilatdariyê û di pêvajoyê de kontrolê digire destên xwe.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên ciwan ên Colemêrgê der barê greva birçîbûnê ya li girtîgehan a ji bo  tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û binpêkirinên mafan bi dawî bibin hat destpêkirin, nirxandin kirin û diyar kirin ku divê tecrîd bê rakirin û êdî azadî bê.  DÎMEN HEYE
 
*Ez her rewşa payîna li benda te jiyam. Carinan bi hêvî min riya te payî, carinan bê sebir û baweriyek nîvco… Tu yê bihata lê hincetan riya te digirtin. Di nav ewqas kar û barî de carna em dihatin hember hev. Ew dema kurt ku te biryar dida ku binivîsî, di nav saniyeyan de winda dibû. Ji ber vê jî navbera me zêde dirêj dibû. JI PÊNÛSA JINAN 
 
*Girtiya nexweş Durî Kaygusuz ya li Girtîgeha Tîpa M’ya Êlihê tê girtin her ku diçe rewşa tendirustiya wê xirabtir dibe. Dayika Duriyê Fatim Şen, anî ziman ku rewşa keça wê her ku diçe giran dibe û got: “Ez bang li hikumeta ku tedawiya keça min nake dikim û dibêjim keça min berdin em dikarin tedawiya wê bikin." BI DÎMEN
 
*Dayikên Gerîla armancên êrîşên dewleta tirk ên li ser qadên parastina medyayê nirxandin û wiha gotin: "Dewleta tirk îro naxwaze Kurdistan xwedîparastin be, loma her bi êrîş û gefên xwe herêmên Kurdistanê dike hedef. Lê ew ê negihêje armanca xwe."BI DÎMEN
 
*Di çarçoveya xebatên "Yekîtiya Neteweyî" de wê li Kerboran (10.00) û li Mîdyadê (14.00) serdana esnafan were kirin.
 
*Li Helebê dê Cejna Bêxwînê bê pîrozkirin. (12.00)