Parlamenter Nuran Îmîr: Gelên Rojhilata Navîn tên tecrîd kirin

  • 15:44 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr di panela bi sernavê "Tecrît û ji bo jinên girtî edelet" de axivî û anî ziman ku di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de  gelên Rojhilatanavîn tên tecrîtkirin.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a HDP'ê di  çarçoveya kampanyaya “Ji bo Jinan Edalet” li avahiya rêxistina HDP'ê ya Cizîrê panela bi sernavê  "Tecrît û ji bo jinên girtî edelet "  li dar xist. Di panelê de pankarta "Ji bo jinan Edelet"," Em tecrîdê dişkînin, jiyana azad ava dikin û nirxan diparêzin" û dovîzên" Ji qirkirina jinan re na" hatin daliqandin. Panelîsta panelê parlementera HDP'ê ya Şirnexê  Nuran Îmîr bû. Rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî panelê bûn. Panel bi deqîqeyek rêzgirtinê hat destpêkirin.
 
'Dixwazin Rojhilata navîn di taritiyê de bihêlin’
 
Nuran, di serî de bal kişand  ser 15'ê Sibatê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Di destpêkê de em 15'ê Sibatê roja reş şermezar dikin. Hêrs û dijminahiya sala 1999'an 22 sal li du xwe hişt. Ew roj weke duh zindî ye. 15'ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de, biryara qirkirina  netewa kurd da. Ev komplo jî ne tenê bi destê rayedarên Tirkiyeyê, di heman demê de bi destê hêzên navneteweyî pêk hat. Hêzên ku îro serdest û neyarên mirovahiyê ne,  di kesayata birêz Ocalan de dixwazin Rojhilata Navîn di taritiyê de bihêlin. Lê birêz Ocalan bi sekna xwe, fikr û ramanên xwe biryara qirkirina Gelê Kurd û tarîkirina Rojhila Navîn vala derxist. Birêz Ocalan bi manefestoyeke nû statûya kurd ava kir."
 
' Divê her qadên jiyanê em vegerîn qadên têkoşîne’
 
Nuran, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî li dijî tecrîtê dane destpêkirin kir û wiha pêlda axaftina xwe: “Polîtîkayên li dijî tunekirina Gelê Kurd didomIN.  Îro li Rojhilatanavîn geşedanên gelek girîng diqewimin. Hemû têkiliyên qirêj li ser Rojhilatanavîn tên meşandin. Bi taybetî li Kurdistanê dixwazin ku şereke taybet bidin meşandin. Bi vî şerî jî dixwazin gelên Rojhilatanavîn dil bigirin. Lê bi têkoşîna gelan ev plan têk diçe.Ev 5 salin li Îmraliyê tecrîteke giran bênavber didome. Tecrît ne tenê fizîkî ye. Heger mirov nIkarîbe ku fikir û ramanên xwe bîne ziman, ev bi tena serê xwe tecrît e. Heger tişta ku mirov dixwaze nikare biparêze ev tecrît e. Li dijî vê tecrîte li her girtîgeheke Tirkiyeyê û herêmê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Ev çalakiya bi pêşengiya hevalên me yên jin didome. Ji bo ku deng û daxwazên girtiyan pêk bên divê em zêdetir deng der bixin. Divê her qadên jiyanê em vegerîn qadên têkoşîne. Encax em bi deng û têkoşîna xwe dikarin tecrîtê ji holê rakin. Divê em dengê girtiyan bilind bikin û xwedî li çalakiya wan derbikevin."
 
‘Em bibin dengê girtiyan’
 
Meta girtiya nexweş a Tenzîle Acar, Nebiha Akay jî destnîşan kir ku rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe û ev bang kir: “Ji bo zarokên xwe divê em dengê xwe bilind bikin. Divê em îro rabin li ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Divê hikûmet di demek nêzde tecrîdê rabike û daxwaza zarokên me bi cih bîne. Roj roja ku em rabin ser piyan e. Ger ku tiştek bê serê zarokên me ji vê hikûmet berpirsiyar e. Em ê bibin dengê girtiyan.”
 
Panel bi dirûşma " Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.