Çalakiya 'zincîra mirovan' hat astengkirin

  • 14:46 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
AMED - Çalakiya "Zincîra Mirovan" ya hat xwestin ji aliyê Meclîsa Jinê ya HDP'ê û TJA'yê ve pêk were ji aliyê polîsan ve hat xwestin bê astengkirin. Polîsan jin dorpêç kirin. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji bo her kesî edalet" de li Qada Şêx Seîd ya li Navçeya Sûrê hat xwestin çalakiya "Zincîra Mirovan" li dijî binpêkirina mafên li girtîgan, lêgerîna tazî û ji bo jin xweparastina rewa bikin bê lidarxistin. 
 
Berî çalakiyê qad ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Jinên ji bo çalakiyê hatin qadê ji aliyê polîsan ve destûr nehat dayin ku bikevin qadê polîsan jin wekî du koma dorpêç kirin. 
 
Piştî nîqaşên dûdirêj û barîna zîpikê jin mecbûr man qadê terk bikin.