Abdullah Şaylemez ê ku Gulîstanê qetil kir hat girtin
- 11:03 17 Sibat 2021
- Rojane
AMED - Kujerê Gulîstan Şaylemez a ku li Amedê hat qetilkirin Abdullah Şaylemez hat girtin.
Birayê Gulîstan Şaylemez (37) ê ku ew li Amedê qetil kir Abdullah Şaylemez (28) piştî îfadeya wî li emniyetê hat girtin ku sewkî dadgehê hat kirin hat girtin.
Gulistan Şaylemez di 2014’an de zewicî bû û li Elmanyayê bi cih bibû. Piştî salekê ji ber ku wê û kesê pê re zewicî li hev nekir dev ji hev berdan û Gulîstan ji Elmanya vegeriya Amedê û xwest li Amedê bijî. Lê malbata wê zext lê kirin û gef lê xwarin. Gulîstanê du caran derbarê bav û birayê xwe de gilî kiribû. 10 roj berî were qetilkirin jî diçe navenda polîsan û giliyê bavê xwe Abdulvehap Şaylemez û nasê xwe Adil S. dike.
Gulistan Şaylemez a bi gefan re rûbirû mabû, ji saziyên fermî xwest were parastin û ji ber van saziyan wezîfeya xwe pêk neanî, pêr êvarê Gulîstanê ji aliyê birayê xwe Abdullah Şaylemez ê di 11’ê sibatê de ji Elmanya hat Amedê li kuçeyê hat qetilkirin.