Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'yemîn de ye

  • 10:00 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan li girtîgehan hatibû destpêkirin bi dewirgirtina koma 17'emîn di roja 83'yemîn de berdewam dike. 
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi dewirgirina koma 17'emîn di roja 83'yemîn de de didome. 
 
Herwiha Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îzmîrê jî bi sernavê "Tecrîd, grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan" li Navenda Hunerê ya Îzmîrê panelek li dar xist. Di panela ku parlamentera HDP'ê ya Êlihê û Berdevka Meclisa Jinê Ayşe Acar Bajaran û Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Azad Şukran Ozturk wekî axaftvan tevli bûn de hat diyarkirin û tecrîd polîtîkaya şer e û herî zêde bandora xwe li ser jinan dike. Di panelê de hat diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li dijî rêgezên hiqûqa gerdûnî ye.