Ji bo zarokan qursên bi kurmancî yên bi onlîneyê dest pê dikin

  • 09:15 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Lêkolînên Kurd di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ji bo zarokan dest bi qursên kurmancî dike. 
 
Komeleya Lêkolînên Kurd di 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de ji bo zarokan dest bi qursên kurmancî dike. Ji bo dersên ew ê 14 rojî bidomin serlêdan dest pê kir. Ew ê qursê di 21'ê Sibatê de bi zaravayê kurmancî yê Kurdî dest pê bike. 
 
Dê li ser zoomê bê kirin
 
Ew ê ders wekî du koman bê dayin. Komek ji temenê 4-6 û koma din jî ew ê ji temenê 7-10'an pêk bê. 
 
Ew ê ders rojên yekşemê saet di navbera 11.00 û 12.10'an de bi rêya bernameya zoomê bê dayin. 
 
Hûn dikarin ji ser vê lînkê xwe bigihêjin forma serlêdana ji bo  qursê.