Li Lavrionê 44 roj in greva birçîbûnê didome: Bêdengî bê wijdanî ye

  • 09:05 17 Sibat 2021
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berîvan Karakoyun û Fatma Verîm yên li Yewnanîstanê di Kampa Lavrîon de maye û tevlî grevên birçîbûnê bûne diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê bi komployê hatiye girtin, fikr û nêrînên wî tirs afirandiye û bang kirin ku divê CPT peywira xwe bîne cih.
 
Li ser komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hatibû kirin de 22 sal der bas bû. Ji roja hatiye girtin jî tecrîda giran li ser tê meşandin. Ji bo bidawîbûna tecrîdê gelek çalakî û bername pêk tên. Girtiyên PKK'yî û PAJK’î ji 27’ê Mijdarê de bi armanca rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Kurd û dostên kurdan jî bi armanca piştgiriya grevê li cihên dimînin ketin grevê. Li Kampa Lavrîon ya Yewnanîstanê jî grev hat destpêkirin û çalakî 44 roj in didome. Çalakî ji aliyê komeke ji 8 kesan û her 5 rojan carek tê dewir girtin. Berîvan Karakoyun û Fatma Verim tevlî çalakiyê bûn derbarê armanca grev û tecrîdê de axivîn.
 
‘Gelê Kurd rastiyê pir baş dizane’
 
Berîvanê diyar kir ku çalakiya xwe tenê bi greva birçîbûnê sînor nekirine û got hedefa wan ev e berxwedanê li her derê mezin bikin û got: “Divê Abdullah Ocalan jî wek hemû girtiyên din xwedî mafan be. Mafên wî ji dest hatine girtin û tecrîd ser pêk tê. Gelê Kurd vê tu car qebûl nake. Ev tecrîd li ser kesekî ne li ser civakê pêk tê. Li aliyê din jî komplo her tim li ser kurdan hebû. Em dikarin mînakan di şexsê Şêx Saît, Seyît Riza û heval Sara de bidin. Lê tu car ew negihiştin armanca xwe. Em hemû girtiyên di grevê de ne silav dikin.”
 
‘Komployê rûyê qirêj yê dewletan derxist holê’
 
Berîvanê daxuyakirin ku dewletên din jî li dijî grevê bêdeng in û got: “Gelê Kurd berxwedêr e. Tu car serî natewînin. Ji 7’an bigirin heta 70’ê hemû kurd ji komploya li hember Ocalan bi bandor bûye. Gelek kesî bedena xwe da ber agir. Di encama komployê de rûyê qirêj yê dewletan jî derket holê. Kurd wê her tim şaşiyên tên kirin bîne ziman. Niha me li Yewnanîstanê grev daye destpêkirin. Lê pir kêm rayedar tên serdana me. Gelo çima vê berxwedanê nabînin. Çima wisa dikin? Çapemeniya cîhanê çima ji bo kesên bedena xwe dane ber mirinê tiştekî nake? Bêdengî bê wijdaniye. Ger dostên kurdan hebin wê dengên xwe bilind bikin. Bila peywira xwe ya mirovahiyê bînin cih. CPT jî ne serbixwe ye. Ger serbixwebûya wê peywira xwe bianiya cih. Yekane çareya kurdan yekitiye. Roj roja azadkirina Rêbertiyê ye. Ez bang li hemû kesî dikim. Îro roja berxwedanê ye.”
 
‘Bila zilma ku tê kirin neyê qebûlkirin' 
 
Fatma Verîm jî yek çalakgerên tevlî grevê bûye ye û wiha pê de çû: “Ez hemû girtiyan silav dikim û li hember berxwedana wan bi rêzdarî tevdigerim. Terîd li ser Abdullah Ocalan didome û her wiha li ser Gelê Kurd jî tecrîd tê meşandin. Em tecrîdê qebûl nakin. Em li ku bin jî em ê li wir têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin. Bila girtiyên ku bedena xwe dane ber mirinê bibînin. Bila vê zilmê qebûl nekin. Bi salane Rêbertî nav çar dîwaran de ye, nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Cîhan jî temaşe kir. Em heta dawî li pişt doza Rêberê xwe ne. Bila tecrîd rabe û hevdîtin bên destpêkirin.”