Çîroka jina li dijî êrişan li berxwe dide

  • 09:03 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Li hemû gundên ku di xeta agir de neçîrokên veşartî hene. Li ser her bostek ji wê axa birîndar, çîrokeke li benda guhdarkirinê hene. Gelek çîrokên ku nehatine gotin jî hene, lê ji tirsa dagirkeran, revandin û tecawîzkirinê jin nikarin ku li pêşiya objektîfên kamerayê hestên xwe bînin ziman. Awirên çavên wan, kesera ku dikşînin, rûniştina li ber derî û dîwarê malê, mêzekirina li aliyê din yê rê, asta bêrîkirina ji axê re û jiyana bi rengekî normal, van hemû êşan tîne der. 
 
Her zindîyek xwedî rêwîtiyeke cuda ye, lê her rêwîtiyek ji rêwîtiyeke din cuda ye. Her yek li gorî armanc û hedefên xwe kêliyên jiyan û têkoşîna xwe bi rêxistin dikin. Gelek çîrokên berxwedan, lehingiyê û serpêhatiyên jinên berxwedêr hene ku di nava pêlên dîrokê de veşartîne. Lê hinek kes bi şans in û jê zêdetir ên bi şans em in ku em dikarin li serpêhatiyên wan guhdar bikin, binivîsînin û ji dîrokê re bihêlin. 
 
Hinek bûyerên diqewimin, hêjayî nivîsandinê ne. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gel çîrokên şer çîrokên hezkirinê û evîndariyê jî hene. Her dayikek eşqa hilma axê kêlî bi kêlî pê re mezin dibe. Her dayikek da ku axa xwe biparêze, zarokên xwe bi hezkirin fêrî çand, dîrok û nasnameya wan bike cegera xwe feda kirine. Niha her gundekî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê rojane bi topbarana dewleta tirk re rû bi rû dimînin. Li hember her topeke dagirkeran, kenê zarokan li asîmanê gundan bilind dibe. Li hember her guleyekê jî kulîlkek an jî darekê diçînin, da ku warê xwe şîn bikin. Bi her topekê re sivîl ji berê zêdetir bi axa xwe ve têne girêdan. Sivîl têgihiştine wê rastiyê ku bi topbarana gundewarên wan, dagirker dixwazin ku wan koç bikin. Li şûna wan malbatên çeteyên xwe bi cih bikin û guhertineke demografîk pêk bînin.
 
Piştî Gundê Um El-Kêfê, Gundê Gozeliyê bi berxwedana xwe li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê têne naskirin. Gundê Gozeliyê bi 11 km. li Rojavayê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê û başûrê rêya M4 dikeve. Fatme Mihemed a 28 salî, dayika zarokeke yek salî ye û di heman wextê de jî ducanî ye. Dema ku min xwest pê re roportajê bikim û çîroka wê hîn bibim, qebûl nekir, ji ber ku civaka ereb heya niha êşa hişmendiya êlan dikşînin. Hinek êl hene, nahêlin ku jinên wan derkevin ser ekranan û li ber kamerayan biaxivin. Lewra min çend wêneyên wê girtin û li çîroka wê gundar kir. 
 
Fatme ji emrê xwe zêdetir barekî giran hilgirtiye ser milê xwe. Keça wê di paşila wê de bû û ji sîmayê rûyê wê diyar bû ku çiqasî westiyaye. Di saetên nîvroyê de êzing kom dikir, da ku pê tenûrê vêxe. Fatme tevî halê xwe li ser çongê xwe rûniştîbû û hevîr distirand, da ku nanê tenûrê lê bixe. Bi sitirandina hevîr re wekî hemû xewn û xeyalên xwe, tirs û daxwazên xwe pê re distirîne xuya dikir. Fatme ji zaroktiya xwe de heta niha bi xeyala ku bibe jineke ji bo kesayeta xwe hinek tiştan biafirîne, mezin bû. Lê ji ber çand û hişmendiya eşîrtiyê nikarîbû ku vê bike û neçarî zewacê bû. Ev 3 sal in zewiciye, lê berê jî ji ber nebûna dibistanan û nehiştina zarokên keç bixwînin, ji xwendinê û fêrbûna ziman bê par ma. A niha jî bi hesreta wê dijî ku bikaribe gotinekê bixwîne. Fatme got ku piştî dagirker nêzî gundê wan bûn, jiyana wan bûye wekî dojehê. Fatme dibêje ku beriya dagirker nêzî gundê wan bibin bi çend mehan, ew dîsa ducanî bû û di nava şerê heyî de, di bin topbaranê û guleyan de têkoşîna jiyanê dide.
 
'Divê em rê û rêbazên parastinê ava bikin'
 
Fatmeyê wiha domand:"Di nava vî şer û tofanê de ez him keça xwe mezin dikim, him jî li hemberî hemû zehmetî û kêmderfetên jiyanê, zaroka di zikê xwe de diparêzim. Li kêleka parastina zarokên xwe, ez gundê xwe jî diparêzim. Birayê min ê 18 salî bi destên çeteyên DAIŞ'ê hate kuştin, îro em jî  di wê tirsê de ne ku bi destê dewleta tirk a dagirker werin kuştin. Jixwe dema ku keça min mezin bibe, ez ê hovitiya dijmin û çeteyan bibêjim. Da ku zarokên me ji dîroka xwe agahdar bin, pêwîst e ku hemû dayik jî li ser vê yekê bixebitin. Pêwîst e ku di nava şerê heyî de em rê û rêbazên parastinê ava bikin, da em bikaribin bi berxwedana xwe dijminan poşman bikin ku derbasî axa me bûn."
 
'Hebûna wan axa wan e'
 
Çawa ku ez bûme şahida gelek şer û komkujiyan, ez ê hewl bidim ku vê rastiya heyî bi derdorê û nifşên nû re bidin bihîstin. Dapîr û bapîrên gund çanda civakê ne, di heman wextê de jî ez îlham û hêza xwe ji wan digrim. Ji ber ku ew dapîr dibêjin ku çi bibe em ê dest ji jiyan, stargeh û hebûna xwe bernedin. Hebûna wan axa wan e. Dibe niha em di rewşên jiyanî yên zehmet re derbas dibin, lê em ji tunebûnê hebûnê diafirînin. Dema ku nanê me tune be, yekser em ardê xwe tînin û hevîrê xwe distirînin. Mirovê ku di nava şer de bijî, pêwîst e li kêleka berxwedana xwe bi rê û rêbazên cuda bikaribe şer bike, li berxwe bide û hebûna xwe biparêze. 
 
Piştî vegotina çîroka xwe, Fatme rabû ser xwe û ber bi tenûra xwe ve çû, da nanê tenûrê ji malbata xwe re lêbixe. Ew agirê ku ji tenûra wê radibû, kîna li hember dagirkeran dida der.