'Bila dagirker ji ser axa me biçin'

  • 09:01 17 Sibat 2021
  • Rojane
 
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Emşa Elî El-Hisên topbarana li ser Gundê Dişîşayê yê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê nirxand. Emşayê da zanîn ku piştî êrişên dewleta tirk û hatina hêzên Rûsyayê jiyana wan ser û bin bûye û daxwaz kir ku her du jî ji nava axa wan derkevin. 
 
Piştî hevpeyamana agirbestê ya ku di navbera Tirkiyê-Rûsiya û Emerîkayê ya di Cotmeha 2019'an de, hate îmzekirin, leşkerên Rêjîma Sûrîyeyê derbasî navçeya Til Temirê ya girêdayî Kantona Hesekê û navçeya Eyn Îsayê bûn.  Dewleta tirk û komên girêdayî wê rêz neda hevpeymanê û agirbest binpê kir.
 
Herî dawî jî dewleta tirk Gundê Dişîşayê yê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê, bi dijwarî topbaran kir. Di encama topbaranê de zarokekî 6 salî Yezen Mihemed ku karikê xwe diçêrandin birîndar bû. Di heman wextê de jî dibistana gund a ku di zagonên navneteweyî de nabe ku were hedefgirtin, ew topbaran kirin û zirar gihiştin dîwarê wê. 
 
Da ku em bêtir helwesta jinên gund nas bikin, em derbasî gund bûn û nêrînê dayika Emşa Elî El-Hisên girt. 
 
'Kêliyên vegotina topbaranê pir zor e'
 
Emşayê di destpêka axaftina xwe de topbarana li ser gund wiha vegot: "Dîtin û vegotina kêliyên topbaranê pir zehmet e. Top ji gundê Erîşa yê ku di bin dagirkeriyê de ye bi ser gundê me de wekî baranê dihatin. Ma çi gunehê zarokekî 6 salî heye ku tenê çend karikên xwe diçêrand birîndar bibe. Em ji dagirkeran û vê rewşê ne razî ne. Êdî ev rewş nayê qebûlkirin, em çareseriyekê ji vê rewşê re dixwazin. Em naxwazin ku hemû jiyana xwe bi tirsê, birîndarbûyîn û kuştinê derbas bikin. Ne mirov, ne lawir û ne jî xweza ji topên dewleta tirk a dagirker difilitin."
 
'Dagirker li ser axa dapîr û bapîrên me çi digere?'
 
Emşayê da xuya kirin ku wan êrîşî tu kesî nekiriye û wiha dirêjî da gotina xwe: "Me êrîş nebiriye ser Tirkiyeyê, lê ew a niha li gundên me û li ser axa dapîr û bapîrên me çi digerin? Em sivîl in û li malên xwe ne, li ser axa xwe dijîn. Gelo dibe ku sivîlên li gundê xwe dijîn, top bi ser wan de bibarin? Ev der axa me ye, tiştekî Tirkiyeyê li cem me tune ye."
 
'Bila dagirker ji ser axa me biçin'
 
Emşayê bi vê daxwazê dawî li gotina xwe anî: "Jiyana ku berî dagirkeriyê piştî dagirkeriyê pir guherî. Herî kêm berê bê tirs em dikarîbû bijîn. Lê piştî ku dewleta tirk xaka me dagir kir û Hêzên Rûsya derbasî herêmê bû, em tar û mar bûn. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku dewleta tirk ji xaka me derînin, Rûsya ji herêmê bikşê, ji ber ku bi erkê xwe ve ranabe. Ez ê dest ji gundê xwe bernedim."