ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê

  • 09:00 17 Sibat 2021
  • Rojev
 
*Emşa Elî El-Hisên topbarana li ser Gundê Dişîşayê yê navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê nirxand. Emşayê da zanîn ku piştî êrişên dewleta tirk û hatina hêzên Rûsyayê jiyana wan ser û bin bûye û daxwaz kir ku her du jî ji nava axa wan derkevin. DÎMEN HEYE
 
*Li hemû gundên ku di xeta agir de neçîrokên veşartî hene. Li ser her bostek ji wê axa birîndar, çîrokeke li benda guhdarkirinê hene. Gelek çîrokên ku nehatine gotin jî hene, lê ji tirsa dagirkeran, revandin û tecawîzkirinê jin nikarin ku li pêşiya objektîfên kamerayê hestên xwe bînin ziman. Awirên çavên wan, kesera ku dikşînin, rûniştina li ber derî û dîwarê malê, mêzekirina li aliyê din yê rê, asta bêrîkirina ji axê re û jiyana bi rengekî normal, van hemû êşan tîne der. 
 
* Akademiya Ma Muzîkê ku cûr bi cûr projeyan pêş dixe, niha jî bi projeyek nû ya bi navê "Zarok Ma" ji bo perwerdehiya zarokên 2 û 5 salî dest bi xebatan dike. Mamosteyên Ma Muzîkê banga piştiriya projeye kirin. BI DÎMEN 
 
* Aylîn Saraç a ku 30 sal in şanogeriyê dike û bi nasnameya xwe ya muxalîf tê nasîn, şanoya xwe ava kir lê ji ber pandemiyê niha zehmetiyan dijîn. Aylinê diyar kir ew ne lîstikvanên şanoya dewletê ne û şanogerên taybetin û got: "Ez ê şanoya muxalîf bidomînim. Em bi tiştên ku şano fêrî me kiriye li ser piyan disekinin.” BI DÎMEN 
 
*Berîvan Karakoyun û Fatma Verîm yên li Yewnanîstanê di Kampa Lavrîo de maye û tevlî grevên birçîbûnê bûne diyar kirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan yê bi komployê hatiye girtin, fikr û nêrînên wî tirs afirandiye û bang kirin ku divê CPT peywira xwe bîne cih. BI DÎMEN 
 
*Nuraya 75 salî ku xwendin û nivîsandina wê tune, Kovarên Jîneolojiyê qet ji gel xwe nade alî û ji xwe re kir rehbera jiyanê. Nura di mijarên wekê evîn, hezkirin û azadiyê de ji bo jinên ciwan li ser ‘pîvanên qebûlkirin û redê’ pêşniyar kir. BI DÎMEN 
 
*Meclîsa Jinên HDP'ê ya Şirnexê û TJA, di çarçoveya kampanyaya "Ji bo hemû kesî edalet" li avahiya Cizîrê têkildarî grevên birçîbûnê  dê panelê li dar bixe. (13.00)
 
* Şandeya DBP, HDP, TJA' yê di çarçoveya bernameya Yekitiya Neteweyî de wê li navçeyên Stewrê û Mehsertê serdana esnafan bikin. (10.00)