Li Sêrtê 9 kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan

  • 18:37 16 Sibat 2021
  • Rojane
SÊRT - Li Sêrtê 9 kesên ku hatin binçavkirin serbest hatin berdan. 
 
Duh li Sêrtê di serdegirtina malan de bi tevahî 9 kes hatibûn binçavkirin. Ji aliyê Serdozgeriya Komara Sêrtê ve bi hinceta "Endamtiya Rêxistinê" 8 kesên ku hatin binçavkirin li emniyetê îfadeyên wan hatin girtin û piştre sewqê dozgeriyê hatin kirin. Dozgerî biryara girtina 8 kesan da û wan sewqê dadgehê kir. Dadgehê jî derbarê 8 kesan de bi biryara "qedexeya derketina derveyê welat" û "şertê kontrola edlî" serbest berda.
 
Serdozgeriya Komarê ya Balikesîrê, bi hinceta fînansekirina girtiyên PKK’yî derbarê 46 kesan de biryara binçavkirinê da. Yek ji van jî Elîf Esmer a ku ji navçeya Misircê ya Sêrtê ye. Esmer bi hinceta ku bavê xwe yê girtî re pere şand hatibû binçavkirin piştî îfadeya wê ya li emniyetê serbest hatibû berdan.
 
Kesên hatin binçavkirin navên wan wiha ne: "Endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê ku ji peywirê hatin dûrxistin Hasret Arslan, Sabrî Sagir û Haydar Çagli, endamê meclîsa giştî ya navendê ya HDP'ê Mehmet Kayisi, Hasan Dayanan, rêvebirê HDP'ê yê Sêrtê Tamer Kilinç, ji gundê Siyaniz ê girêdayî bajarokê Ziyaret a navçeya Hawêlê welatiyê bi navê Devran Acar, Li navçeya Misirce jî rêvebirê HDP'ê yê navçeyê Abdulgaffur Kubîlay û welatiya bi navê Elîf Esmer."
 
Her wiha polîsan bi ser mala endamê Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mehmet Emîn Çeçen de jî girtin û ji ber ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Derbarê Mehmet Emîn de biryara binçavkirinê heye.