Zarokên hatin binçavkirin serbest berdan
- 16:43 16 Sibat 2021
- Rojane
AGIRÎ - Li Bazîdê 6 zarokên di encama serdegirtina malan de hatin binçavkirin serbest berdan. Karê îfadegirtina 22 kesên din berdewam dike.
Li navçeya Bazîd ya Agiriyê di encama serdegirtinên malan de 6 jê zarok bi giştî 28 kes hatibûn binçavkirin. Ji 28 kesên ku bi îdaya "Propagandaya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin 6 zarok hatin berdan û karê îfadegirtinê yê 22 kesên din berdewam dike.
Herwiha li gundên girêdayî navçeyê jî duh di encama serdegirtinên malan de 12 kes hatibû binçavkirin û biribûn navenda Agiriyê. 12 kesên ku bi îdaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin sewkî edliyê hatin kirin.
Li bendê ye ku kesên hatine binçavkirin îfadeyên wan bên girtin.