Li Girtîgeha Tersûsê zextên li ser girtiyan zêde dibin
- 16:27 16 Sibat 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tarsusê ya Jinan hat diyarkirin ku gardiyanan bi ser qawîşande girtiye û dest danîne ser radyo û berguhkên girtiyan.
Li gorî agahiyên me ji malbatên girtiyan girtin li girtîgeha Tarsusê ya Jinan, gardiyanan bi ser qawîşa C - 3 de girtine û lêgerîn pêkanîne. Malbatan diyar kir ku di encama lêgerîna hatiye kirin de gardiyanan dest danîne ser radyo û berguhkên girtiyan.
Malbatên girtiyan gotin ku piştî hevdîtina girtî ku duşemê kirine ev agahî girtine û diyar kirin ku hertiştê wan belav kirine û dest danîne ser radyoya wan.