Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Êlihê de girtin
- 14:24 15 Sibat 2021
- Rojane
ÊLIH - Li Êlihê polîsan bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî de girtin.
Li Êlihê polîsan avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi ser wan de girtin. Polîsan li avahiyan lêgerî da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku derbarê Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay de jî biryara binçavkirinê heye.
Lêgerînên her du avahiyan didomin.