Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Êlihê de girtin 2021-02-15 14:24:05     ÊLIH - Li Êlihê polîsan bi ser avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî de girtin.    Li Êlihê polîsan avahiyên Rêxistina HDP’ê ya Bajar û Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Navendî bi maşîneyên zirxî dorpêç kir û bi ser wan de girtin. Polîsan li avahiyan lêgerî da destpêkirin.    Hat diyarkirin ku derbarê Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Fatma Ablay de jî biryara binçavkirinê heye.    Lêgerînên her du avahiyan didomin.