Li Mêrdînê bernameya ji bo yekîtiya neteweyî wê bê lidarxistin
- 13:58 15 Sibat 2021
- Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji bo yekîtiya neteweyî bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” wê di navbera 16 û 25’ê Sibatê de bi tevlîbûna şandeya KCD, DBP û HDP'ê xebat were meşandin.
Ji bo yekîtiya neteweyî demek dirêj e li gelek bajaran xebat hatin meşandin. Li Mêrdîn û navçeyên wê jî ji bo xebatên Yekîtiya Neteweyî bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” wê di navbera 16 û 25’ê meha Sibatê de xebat werin meşandin. Di xebatên ku 7 rojan berdewam bikin de wê şandeyên ku ji Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) yê pêk tên çalakiyan li dar bixin.
Di heman demê de wê hevserokên partiyên KCD, DBP, HDP’ê ji tevlî bibin.