Li Mêrdînê bernameya ji bo yekîtiya neteweyî wê bê lidarxistin 2021-02-15 13:58:43     MÊRDÎN - Li Mêrdînê ji bo yekîtiya neteweyî bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” wê di navbera 16 û 25’ê Sibatê de bi tevlîbûna şandeya KCD, DBP û HDP'ê xebat were meşandin.   Ji bo yekîtiya neteweyî demek dirêj e li gelek bajaran xebat hatin meşandin. Li Mêrdîn û navçeyên wê  jî ji bo xebatên Yekîtiya Neteweyî  bi dirûşma “Dem Dema Yekîtiya Neteweyî û Azadiyê ye” wê di navbera 16 û 25’ê meha Sibatê de xebat werin meşandin. Di xebatên ku 7 rojan berdewam bikin de wê şandeyên ku ji  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya  Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA)  yê pêk tên  çalakiyan li dar bixin.   Di heman demê de wê hevserokên partiyên KCD, DBP, HDP’ê ji tevlî bibin.