'Ên di fermanê de hevkar bûn îro jî hevkar in’

  • 13:07 13 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li Şengalê li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê daxuyaniyek da û hikûmeta Bexda û Hewlêrê şermezar kir û got: "Dewleta Iraqê heta kengê li hember van erîşan bêdeng bimîne. Pewîst dike li hember dagirkeran û hevkarî wî bedeng nemîne."
 
Tevgera Azadiya Jinên Ezidî (TAJE), li ber avahiya Meclîsa TAJÊ ya Şengalê li dijî êrişên li hemberî herêmê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama TAJ'ê Neam Bedel ve hat dayîn. 
 
Neam, di destpêka daxuyaniyê de êrişên arteşa Tirk şermezar kir û got: "Em wek êzidî her tim piştgiriya şervanên azadiye dikin. Em ji bo her tiştî amade ne. Em yek in, em tu carî xwe ji hevdu qut nagirin dest. Em bang li mafê mirovan dikin ku li hember van dagirkirinan bedeng nemînin. Îro dewleta tirk bi hemû heza xwe erîşê çiyayê Gare dike. Em weke êzidî vê şermezar dikin û em e her tim li hember van erîşan derkevin. 
 
Em ji bo dewleta Iraqê jî dibejin ku edî bes e dagirkerî, li hember dagirkeriyê bedeng neminîn. Dewleta Iraqê heta kengê li hember van erîşan bêdeng bimîne. Pewîst dike li hember dagirkeran û hevkarî wî bedeng nemîne. 
 
Em hikûmeta başûrê Kurdistanê jî şermezar dikin ku alîkarî dide dijmin û planên erîşan bi hev re dikin. Em weke civaka êzidî hemû şervanên azadiyê silav dikin. Em dibejin ku we serkeftin ya me be. We dijmin têk biçe û têkoşîna gelan we bi ser keve. Malbata Barzanî jî hevkariya wan dike. Kurdan re koletiyê ferz dike. 
 
Edî bes e em ji ve koletiye qebûl nakin. Li gel me weke civaka êzidî tu cudahiya Erdogan û Barzanî ji hev nîne. Ji ber di fermanê de jî hevkar bûn û bê qirkirinê rûbirû hiştin. Dewleta tirk her roj gef li Şengalê dixwe. Lê em tu carê ji gefa wan natirsin û gav paşde navejin. Serkeftin ya şervanên azadiye û ya gelê me ye.”