Li Mêrdînê jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 12:54 13 Sibat 2021
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Şemrexê jina bi navê Ceyhan Dalar ji ber ceyranê jiyana xwe ji dest da.
 
Li Navçeya Şemrexa Mêrdînê Ceyhan Dalar (28) dema di serşoyê de bû ji ber ceyranê qadana avê bi giranî birîndar dibe û piştî malbatê ferq kir şûnde Ceyhanê rakirin nexweşxaneyê. Tevî mudaxaleyên li nexweşxaneyê Ceyhanê jiyana xwe ji dest da. 
 
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.