Ciwanên herêma Firatê dest bi meşa sê rojan kirin

  • 12:51 13 Sibat 2021
  • Rojane
KOBANÊ - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi dirûşma "Bi rihê berxwedana zindanan em ê komploya navneteweyî û faşîzmê têk bibin û azadiya Rêber Apo mîsoger bikin, Dem dema azadiyê ye teqez em ê bi ser kevin" dest bi meşa dirêj kirin. 
 
Bi wesîleya salvegera 22'emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Firatê dest bi meşa sê rojan kirin. Di meşê de bi dehan ciwan û gelê herêma Firatê amede bûn. Ciwanan alên Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, her wiha pankarta bi nivîsa "Dinyaya bê Serokatî em ê bi ser dagirkeriyê de hilweşînin" hilgirtibûn.
 
Di destpêkê de  ciwan li gundê Rovî yê li Başûrê Kobanê kom bûn û bi daxuyaniyê dest bi meşê kirin. Daxuyanî ji aliyê jina ciwan Fatma Seydo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
Weke tê zanîn em dikevin salvegera 22'emîn a komploya navneteweyî ya li ser Rêberê neteweya demokratîk, Rêber Apo. Di vê komployê de xwestin di kesayeta Rêber Apo de, tevahî Gelê Kurd esîr bigirin, ji ber ku Rêber Apo li hemberî desthilatdariya herêmî û cîhanî bi fikrekî nû û felsefeyek nû li hemberî vê desthilatdariyê têkoşîn kir û di hewldana rizgarkirina neteweyî de bû ji ber vê bi fen û xefkên dewletan bi, Rêber Apo dîl girtin.
 
Weke îro jî em dibînin di 10'ê Sibatê de li ser Çiyayê Garê êrîşek leşkerî dest pê kiriye, dewleta tirk dixwaze her tim li ser kurdan dîrokê dubare bike. Di 9'ê cotmeha 2019'an de ango dîsa salvegera destpêka komployê ya 1998'an de dewleta tirk bi çeteyên xwe êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirine, îro jî dîsa bi piştgiriya PDK'ê êrîşî Garê dike ev jî dîsa tê wateya berdewamiya komployê.
 
Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojava li herêma Firatê em li hemberî vê komployê tucarî bê deng namînin. Em ê dinyayek bê Rêber Apo li ser dagirkeran û îxanetkara hilweşînin. Dem dema azadiyê ye dem dema hilweşandina dewleta tirk û hevkarên wê ye. Em bang li hemû ciwanan ên li çar perçeyan û derveyî welat dikin ku em li Rêberê xwe û Gerîla xwedî derbikevin û bi hestên neteweyî tevlî nava berxwedana dîrokî bibin, li hemberî vê dagirkeriyê şer bikin agirê serhildanê geş bikin û em soz didin em ê bi Rêberê xwe re di welatekî azad de azad bijîn."
 
Piştî daxuyaniyê ciwanan bi berzkirina dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Berxwedan jiyan e" û "Bimre komplo" ji gundê Rovî dest bi meşa sê rojan kirin. 
 
Weke hat payîn dê ciwan di roja yekemîn de li gundê Til Xezalê rawestin û di roja duyemîn de ber bi navçeya Şêranê ve herin.