Xizmên Windayan li aqubeta Mehmet Tekdag pirsîn

  • 12:38 13 Sibat 2021
  • Rojane
AMED - Xwişka Mehmet Tekdag ê di 12'ê Sibata 1993'yan de dema çû kar û bi çekê hat kuştin, Îffet Mutaş wiha got:"Kontrayên dewletê ew kuştin."
 
Xizmên Windayan û Rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, bi dirûşma  "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya şemiyê di hefteya 627’an de bi rêya videoyê pêk anîn. Xizmên windayan vê hefteyê di çalakiyê de bal kişandin ser kuştina Mehmet Tekdag ê di 12'ê Sibata 1993'an de li Dortyolê ya Navçeya Rezan a Amedê di êrîşa çekdarî de hat kuştin û xwestin kujerên wî bên dîtin û darizandin. 
 
'Kontrayên dewletê ew kuştin'
 
Di çalakiyê de xwişka Mehmet Tekdag Îffet Mutaş çîroka Mehmet vegot. Îffetê anî ziman ku dema birayê wê Mehmet çû kar, ji aliyê kontrayên dewletê ve hat kuştin û wiha got: "Birayê min li nava kolanê ji aliyê kontra ve hat kuştin. Dema gule berdan birayê min Tekdag, welatiyên li dorê birayê min rakirin nexweşxaneyê. Wê rojê ez li gund bûm. Çend gule li bedena birayê min ketibûn. Piştî birîndar bû, rakirin nexweşxaneya dewletê. Piştî bûyerê em hatin nexweşxaneyê. Dema em hatin nexweşxaneyê ji me re gotin 'Ji bo li bajarekî din derman bikin birine balafirgehê. Ji ber hewa bi mij bû birayê min li balafirgehê dan rawestandin û gelek xwîn ji birayê min çû. 4 gule li bedena wî ketibûn. Dema em çûn min bang li wî kir, li  min dinêrî, lê nikarîbû biaxive. Nikarîbû hilmê bistîne. Dema dîsa rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da." 
 
'Rojbûna wî wekî îro di hişê min de ye'
 
Îffetê, destnîşan kir ku hêj bandora kuştina birayê xwe ji ser xwe neavêtiye û wiha bi dawî kir: "Dema birayê min Mehmet Tekdag hat kuştin, wê demê zarokê min 2 salî bû. Niha bûye ciwanek û 2 zarokên wî hene. Ev hem ji bo zarokên me û hem jî ji bo neviyên me rewşek pir dijwar e. Tekdag biçûkê malê bû. Hêj landika wî li ber çavê min e. Rojbûna wî wekî îro di hişê min de ye. Ez ê tu carî wî ji bîr nekim. Kontrayê dewletê ew kuştin. "