Ciwanên êzidî: Em li hemberî tunekirinê bêdeng nabin

  • 12:06 13 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Li dijî êrişan Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Êzidî li gundê Guhbel a Şengalê meşeke bi meşaleyî li dar xistin. Ciwanan di meşê de wiha peyam dan: "Bi komploya navneteweyî xwestin gelê azadîxwez têk bibin lê bi ser neketin. Niha jî bi her awayî êrişek heye û lê em ciwanên êzidî dê li hemberî êrişan li ber xwe bidin." 
 
Ji hêla Yekitiya Jinên Ciwan û Yekitiya Ciwanên Êzidî ve li gundê Guhbel a Şengalê li dijî êrişên li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê meşeke bi meşaleyî hat lidarxistin. Piştî meşê Diham Hegarî li ser navê çalakvanan daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em êrişên li ser herêma Garê bi tnudî şermezar dikin û qebûl nakin. Dewleta tirk û hevkarên wî û mala Barzanî her dixwazin ku gerilayên azadiyê tune bikin. Lê bila baş bizanibin ku dê bi destê gerilayên azad û ciwanan têk biçin. Dewleta tirk çawa li Heftaniyê têkçûn dê teqez li Garê jî têk biçin. Dê serkeftin ya şervanên azadiyê be. Bi komploya navneteweyî xwestin gelê azadîxwez têk bibin, lê bi sala ne bi fikr, raman û felsefaya Rêber Apo em dijîn. Em dibêjin bê serok jiyan nebe."
 
'Em ê li ber xwe bidin' 
 
Her wiha ciwanên ku tevlî meşê bûn ji ajansa me re axivîn. Yek jî wan ciwanan Miskîn Xêro ye. Miskîn wiha axivî: "Em weke jinên ciwan îro ji bo piştgriyê bidin şervanên azadiyê em dimeşin. Em her tim dibejin ku wê şervanên me bi ser kevin û serkefin hertim ya gelên azadîxwez e. Dewleta Tirk çawa xwest Efrin û Rojava tune bike niha jî dixwaze Şengalê tune bike. Lê em xelkê li vir dijîn tu carî li hember vê yekê bêdeng nabin û em ê li ber xwe bidin. Her wiha em ê piştgiriyê jî bidin şervanên Rebêr Apo. Em dixwezin gelê me rabê ser xwe û li diji van plan û gefan derkevin. Em weke ciwan çi ji destê me bê em amade ne." 
 
'Em êrişên heyî qebûl nakin'
 
Neîma Şengal jî tevlî meşa ciwanan bû û wiha nêrînê xwe ji ajansa me re anî ziman: "Em weke jinên ciwan tu carî van êrişên li hemberî herêma Garê qebûl nakin. Em ê her tim bejin serkeftin ya me ye. Dê şervanên li Garê bi ser kevin. Em dibejin ji bindestiyê re êdî bes e. Pêwiste em rabin li ber xwe bidin. Ez bang li ciwanan dikim divê di serî de em wan êrişên ku tên kirin qebûl nekin."