Çalakiya xelkê Şengalê di roja 74'emîn de ye

  • 11:31 13 Sibat 2021
  • Rojane
ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 74’an de berdewam dike.
 
Xelkê Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê, bi armaca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane. Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 74'an de bi biryardarî dewam dike.
 
Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Çalakvan diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk neyên, ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.