'Hêviya dîtina Abdullah Ocalan di dilê min de her geş dibe'

  • 09:07 13 Sibat 2021
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Neyîma Mehmûd a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 1990’an de li Lubnanê dîtiye hestên xwe wiha anî ziman: "Hêviya dîtina Rêber Apo di dilê min de her geş û zindî dibe. Her wiha êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya komploya 15'ê Sibatê ye."
 
Neyîma Mehmûd a 56 salî ye li Taxa Salihiyê ya Bajarê Hesekê dijî. Neyîma di sala 1990’an de li Lubnanê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dîtiye. Neyîma Mehmûd ji me re qala hevdîtina bi Abdullah Ocalan re kir.
 
'Hêviya dîtina Rêber Apo di dilê min de her geş û zindî dibe'
 
Neyîmayê da zanîn ku wê di sala 1990’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Lubnanê li Akademiya Mahsûm Korkmaz dîtiye û wiha behsa hevdîtina xwe kir: "Kesên ku fikir û ramanên Rêber Apo himbêz kiriye, di mêjiyê xwe de kûr e û di jiyana xwe de dirust e. Jixwe min pir dixwest ez Rêber Apo bibînim, ji bo wê di 1990’an de min li Lubnanê Rêber Apo dît û civîn ji me re çêkir. Tevî zexta Rêjîma Sûriyeyê jî, em li pey armanca xwe ketin. Civîna ku Rêber Apo ji mere çê kir li ser pêşketina kar û xebat, di heman demê de behsa azadiya jinê û rola wê di nava rêxistinê de kir. Rêber Apo ji me re behsa dîroka avakirina Tevgera Azadiyê Kurdistanê kir û tevgera wê ya ji bo azadiya tevahî Kurdistanê ji me re şîrove kir. Hêviya dîtina Rêber Apo di dilê min de her geş û zindî dibe."
 
'Fikrê Rêber Apo rêka azadiyê nîşanî jinan da'
 
Neyîmayê bal kişand ser zehmetiyên rêka çûyinê ku Rêjîma BAAS’ê ji wan re astengî derdixistin û wiha pê de çû: "Me pir zehmetî  di rêka çûyinê ya ji aliyê destûra Rêjîma BAAS'ê ve kişandin. Rê nedidan em biçin Lubnanê. Rêjîmê pir pirs ji me dikir ku em ê biçin ku derê, lê xizmên min li Lubnanê hebûn, ji ber wê min derbas kirin. Em bi siûd in ku me Rêber Apo dît. Gotinên Rêber Apo me di jiyana xwe de esas girtine. Rêber Apo ji me re behsa hevjiyana azad û projeya Netewa Demokratîk kir ku ew ê bibe çareserî ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Rêber Apo di civînê de li ser rewşa jinan axivî ku divê jin dîroka xwe nas bikin, li ber xwe bidin û pêşerojek azad ava bikin. Şoreşa me dê bi azadiya jinan bi ser bikeve. Fikrê Rêber Apo rêka azadiyê nîşanî jinan û hemû kesên azadîxwaz da.  Ramanê Rêber Apo nimûne ye û ji bo kirîza Rojhilata Navîn çareseriya herî guncav e ."
 
'Êrîşên dewleta tirk berdewamiyaa komploya 15'ê Sibatê ye'
 
Neyîmayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got berdewamiyaa komploya 15'ê Sibatê ye û wiha bi dawî kir: "Bi armanca qutkirina fikir û felsefeya Rêber Apo ya ji  gelan, di 15'ê Sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêber Apo pêk hat û radestî dewleta tirk hate kirin. Lê komploya 15'ê Sibatê bi ser neket û fikrê Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bû. Di roja me ya îro de tecrîda li ser Rêber Apo,  gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka me berdewamiya komploya 15'ê Sibatê ye. Armanca vê ew e ku doza azadiya gelan rawestînin û qir bike. Tu kes nikare roja me tarî bike, ji bo wê pêwistî bi yekîtiyê heye. Yekîtiyê dê bersivê bide komplogeran."