Krîzê li sewalkariyê jî xist: Wek berê qezenc tune ye

  • 09:06 13 Sibat 2021
  • Rojane
MUŞ - Li Gimgimê ya Mûşê li gundê Yemîşenê, Besra Ergîn û Nurcan Ergîn ên bi sewalkariyê mijûl dibin diyar kirin ku ji ber bihabûna êm, sewal birçî dibin û got wek berê qezenca wan jî tune ye.
 
Ji ber krîza aborî welatî bi awayekî cidî bi bandor dibin. Her wiha sînorê birçîbûnê jî zêde dibe. Yek ji qadên ku ji krîzê bi bandor bûye sewalkarî ye. Li Gimgimê ya Mûşê li gundê Yemîşen, Besra Ergîn û Nurcan Ergîn ên bi sewalkariyê re mijûl dibin diyar kirin ji ber bihabûna êm neçar dimînin sewalên xwe bifroşin.
 
‘Yekane çavkaniya debarê sewalkarî ye’
 
Besrayê destnîşan kir ku bi salane bi sewalkariyê debara xwe dikin û got li gund yekane çavkaniya debarê sewalkarî ye û wiha pê de çû: “Em sibehê zû radibin axuran paqij dikin. Piştre em şîr didoşin û penîr û mast çêdikin. Em debara xwe bi van berheman dikin. Em biharê sewalan dibin zozanan diçêrînin. Em demek dirêj li zozanan dimînin. Em dikarin bêjin ku kes li gund namîne.”
 
‘Wek berê qezenc tune ye’
 
Besrayê her wiha daxuyakirin ku ji ber li gund karekî din tune ye nîvê gundiyan diçin metrepolan dixebitin û ev tişt anî ziman: "Her tim zem tê ser êm. Êdî sewalkarî wek berê qezenca wê tune. Em ji ber zeman neçar dimînin sewalan bifroşin. Em li şûna qezenckirinê dikevin bin deyn. Li gund ka mirov dikarin çi karî bikin? Ji bilî sewalkarî û çandiniyê tiştek tune. Krîz heye, kar tune. Mirov li gund tenê bo jiyana xwe bidomînin hewl didin. Sewalkarî wek berê qezenca wê tune ye."
 
‘Ez 5 zarokan didim xwendin’
 
Nurcan Ergîn jî destnîşan kir ku ji ber betaliyê hevjînê wê şivaniyê dike û pereyê ji wir qezenc kiriye pê dewar girtine û debara xwe wisa dikin. Nurcanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zivistanê şîr zêde tune. Çêlek tenê şîr didin golikên xwe. Şîrê em digirin jî dikin penîr, mast. 5 zarokên min diçin dibistanê. Em hewcedariyên wan dikarin peyda bikin. Weke din alternatîfek din tune. Êm ê sewalan jî zêde biha bûye. Çewalek êm 150 TL ye. Du rojan berdewam nake. Em nizanin ev rewş wê çawa bidome.”