'Komplo nikare çirûska azadiyê tune bike'

  • 09:04 13 Sibat 2021
  • Rojane
Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Parêzer Nerîman Hisên derbarê komploya navneteweyî û tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin de wiha got: "Tirkiye bi vê komployê dixwaze di şexsê Rêber Apo de hemû azadîxwazan tune bike û çirûska azadiyê di nava gelan de tune bike. Lê komplo nikare çirûska azadiyê tune bike."
 
Ji dîroka 15'ê Sibata 1999'an ve Rêberê PKK'ê Abullah Ocalan bi komployeke navneteweyî hate dîlgirtin. Bi dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tecrîd û rêbazên dijmirovî hatin meşandin û 22 sal in didome. Li hember tecrîda ku rojane li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hemû sazî û aliyên mafê mirovan diparêzin, bêdengiya xwe nîşan didin. Têkildarî mijarê Parêzer Nerîman Hisên nêrîna xwe parve kir.
 
'Bi destekdayîna aliyên navneteweyî tecrîd girantir dibe'
 
Nerîmanê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got:"Rêber Apo di encama komploya navneteweyî de hate dîlgirtin. Ev 22 sal in li Girava Îmraliyê berxwedanek mezin nîşan dide. Her wiha heta niha jî tecrîdek mezin li ser Rêber Apo tê meşandin. Di tu zagonên cîhanê de biryarek wiha nîne ku girtî ji hevdîtinên malbat û parêzeran mehrûm bimînin. Lê dewleta tirk ji roja ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin, heta roja îro bi rêbazên cur be cur astengiyên mezin derdixîne. Her wiha vê yekê ne tenê bi serê xwe dike, bi destekdayina dewletên navneteweyî pêk tîne."
 
'Rapora CPT'yê rewşa girtiyên li Imraliyê eşkere kir'
 
Nerîmanê behsa rapora ku CPT'yê di sala 2019'an de belav kiriye kir û wiha got: "Komîta CPT'yê di sala 2019'an de dema serlêdana Imraliyê dike, di rapora xwe de diyar kir ku di Imraliyê de hevdîtina girtiyan bi hev re hatiye qedexekirin û tenê dikarin her 5 an 6 rojan nêzî saatekê hevdu bibînin. Di Imraliyê de girtî ji mafên xwe yên rewa bêpar mane. Mafên wekî werzîş, hevdîtin û hemû mafên ku li ser asta navneteweyî hatiye diyarkirin û erêkirin tên astengkirin."
 
'Rêber Apo sembola azadî û demokrasiyê ye'
 
Nerîmanê diyar kir ku dewleta tirk di şexsê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dixwaze çirûska azadiyê tune bike û wiha domand: "Pergala tecrîdê ku li Îmraliyê tê meşandin, daxwaza hêzên desthilatdar a navneteweyî ye. Ji ber ku Rêber Apo xwedî fikirek azad e ku her li dijî teror û pêkanînên dijmirovî derket, lewra rastî tecrîdek bi vî rengî tê. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelan sembola azadî û demokrasiyê ye û Tirkiye dixwaze di şexsê Rêber Apo de hemû azadîxwazan tune bike û çirûska azadiyê di nava gelan de tune bike.Lê komplo nikare çirûska azadiyê tune bike."
 
'Biryarên siyasî di derheqê Rêber Ocalan de digirin'
 
Nerîmanê da zanîn ku dewletên navneteweyî piştigiriyê didin dewleta tirk û wiha pê de çû: "Biryarên di derheqê Rêber Apo de hatiye stendin biryarên siyasî ne û bi tu şêwazê ne girêdayî mafê mirovan e. Ger biryara wan mirovî bûya diviyabû di serlêdana yekem a Imraliyê de sînorek ji dewleta tirk re danîbana, lê belê nedanîna sînor destekdayîna hovîtiya Tirkiyeyê ye. Divê Ewropa ji bo binpêkirina mafê mirovan a di girtîgehên dewleta tirk de biryaran bigirin û ji bo pêkneanîna zagonên navneteweyî hesap were pirsîn. Her wiha divê biryara serbestberdana Rêber Apo û hemû girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta tirk de ne were girtin."