Ji jinên Serhedê li dijî komployê bertek: Bila tecrîd bi dawî bibe

  • 09:03 13 Sibat 2021
  • Rojane
WAN - Jinên Serhedê di 22’yemîn salvegera komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan radestê Tirkiyeyê hatiye kirin de bertekên xwe dubare kirin û gotin: “Bi milyonan kurd neçar in êdî li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin. Em jî bi serokê xwe re 22 sal in di bin tecrîdê de ne.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de di encama komploya navneteweyî de ji Kenyayê anîn Tirkiyeyê. Di ser komployê de 22 sal derbas bû. Abdullah Ocalan 22 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin û ji her derê cîhanê jî çalakiyên protestoyê li dijî vê pêk hatin. Ji girtina Abdullah Ocalan heta niha bertekên jinan jî veguherîn berxwedanê.
 
Jinan di 22’yemîn salvegera komployê de bertekên xwe anîn ziman.
 
Nuriye Turan:Zilma li ser rêberê me îro li ser gelan didome. Em dayik divê li dijî komployê bin. Dayik çiqas li dijî vê zilmê bisekinin, wê li dijî zilmê bibe bersiv. 22 sal in rêberê me di bin tecrîdê de ye. Ji bo me Rêberê me girîng e. Ew tune be em jî tune ne. Niha ji bo Rêber li hemû girtîgehan grev heye. Divê ev bê fikirîn. Îro divê bi mîlyonan kurd li dijî tecrîdê serî hildin. Çi ji destên me bê divê em bikin. Ciwanên me îro têdikoşin. Lê têkoşîn tenê ji ser ciwanan nameşe. Divê em jî peywira xwe bînin cih. Divê em li dijî zilmê rawestin û li berxwe bidin.
 
Menîce Alik: Bêguman em di ferqa tecrîda ku giran bûye de ne. Em îro dibêjin qey tecrîd li ser kesekî ye lê tecrîd di esasê de li ser me hemûyan e. 22 sal in tecrîd heye. Heta niha me bi awayekî baş agahî ji rêberê xwe negirtiye. Divê em gelê kurd li dijî tecrîdê bêdeng nemînin. Em êdî vê komployê qebûl nakin. Em jî wek Rêberê xwe 22 sal in di bin tecrîdê de ne.
 
Ferîhe Dînçer: Zarokên me li girtîgehan bi fedekariyek mezin ketine grevan. Sedema herî mezin a grevan bêguman tecrîd e. Heta tecrîd û komplo bidome wê gelê Kurd jî zilmê bibîne. 22 sal in agahiyek baş ji Rêberê me nayê girtin. Îro ji mafê xwe yên rewa bêpar tên hiştin. Bi salane berê di encama komployekê de anîn Tirkiyeyê û îro jî bi destên KDP’ê zilm li kurdan tê kirin. Zilma li Rêberê me û Kurdan tê kirin heman tişte. Lê yekane çareserî Îmralî ye.
 
Cedîde Serhat: Zarokê min 15 sale girtiye. Ji bo kurê min got aştî niha girtiye. Rêberê me ji ber ku got aştî 22 sal berê bi komployê anîn Tirkiyeyê. Niha li girtîgehan grev heye. Sedema vê jî ev e ku her kes di bin tecrîdê de ye. Bila ev tecrîd êdî bi dawî be. Em ligel zarokên xwe ne. Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe.
 
Şîrîn Aslan:Dema Rêberê me hat girtin em pir xemgîn bûn. Bila Rêberê me ji girtîgehê derkeve. Em dixwazin azad be. Tecrîd li ser hemû gelan pêk tê. Bila tecrîd bi dawî bibe. Em tecrîdê qebûl nakin. Bila zilm bi dawî bibe. Divê ji bo azadiya rêberê me dewlet tiştekî bike. Em vê dixwazin, tiştek din naxwazin.